Jin bi konferansan hişmendiya mêr a desthilat dişkînin

Jinên endamên Kongreya Star ên Herêma Efrînê di çerçoveya Konferansa 3'emîn ya Kantona Şehbayê axivîn û gotin: “Hişmendiya mêr a desthilat ku li ser jinê hatî ferzkirin di konferansê de xuya bû ku jinên Şehbayê ev şikandiye.”

Li Kantona Şehbayê Rêveberiya Kantona Şehbayê bi dirûşma "Civaka Rêxistinbûyinî Civaka Azad e" 3'emîn Konferansa xwe bi tevlîbûna 150 delegeyên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê, Meclîsa Kantona Şehbayê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Partiya Yekîtiya Demokratîk,Tehalof, Partiya Pêşeroja Sûriyeyê, Endamên Meclîsa Herêma Efrînê, Partiya Yekbûyî, Komîteya Zanist û Perwerdeyê, Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê, Kongreya Star, Meclîsa Malbetên Şehîdan, Oldarên Eşîran, Heyva Sor a Kurd, Komîteya Ciwanan, Meclîsa Navçeya Til Rifet, Meclîsa Navçeya Keferneya, Meclîsa Navçeya Fafînê, Meclîsa Navçeya Ehrezê, lidar xist.

LI SER FELSEFEYA OCALAN XWE RÊXISTIN DIKIN

Di çarçoveya konferansê de jinan nêrînên xwe anîn ziman. Rêveberiya Kongra Star a navçeya Fafînê Gulê Muhemed konferans li tevahî gel û bi taybet jinên Şehbayê pîroz kir û wiha got:" Ji ber ku Kantona Şehbayê zêdetil bi ol ve hatine girêdan, gel û bi taybetî jin tevlî kar û xebatan nedikirin,xwe bi rêxistin nekiribûn. Bi taybet piştî ku fikir û felsefeya Rêber Apo nas kirin êdî xwe bi rêxistin kirin,tevlî kar bûn û îro jî konfiranisa xwe ya 3’emîn lidar dixînin û tê xuya kirin ku çiqas jin dixweze xwe bi pêşbixîne û fikira xwe hîn azad bike."

Muhemed bal kişand ser hişmendiya mêr a dema çeteyên DAÎŞ’ê Şehba dagir kir û li ser jinê da ferzkirin got: “Çeteyên DAÎŞ’ê dema Şehba dagirkirin xwestin hişmendiya xwe ya qirêj a mêr li ser jinan bidin ferzkirin û vîna jinên Şehbayê bişkînin. Lê bi dewama şoreşê re û jin tevlî xebatê dibbiin û hişmendiya desthilat dişkînin.”

‘JIN DI HER WARÎ DE TEVLÎ KAR DIBIN’

Rêveberiya Kongra Star a Fafînê Gulê Muhemed diyar kir ku jin tevlî gelek xebatan dibin û wiha pêde çû: “ Piştî ku em ji Efrînê derbas Kantona Şehbayê bûn me dît ku çiqas jin tevlî karê meclîsan û komînan bûne,rola xwe di hemû milan de dileyizin. Ev jî pêşketinek û gavek herî mezin e ji bo jinên Şehayê ye.Îro em wek Kongreya Star tevlî Konferansa Kantona şehbayê bûne. Her wiha di konferansê de gelek kar û xebat dîsa rewşên rêxistinî hatin nirxandin û nîqaşkirin.

JI BI KONFERANSA XWE RÊXISTIN DIKIN

Ji Koordînasyona Kongeya Star a Navçeyê Bibilê ya Herêma Erînê Cîhan Îsmaîl jî Konfiranisa 3’emîn li hemû jinên Şehbayê pîroz kir û got: “Armanca lidarxistina konferansa me ew e ku li ser kar û xebatên jinan dîsa hê baştir rêxistinkirina jinê û hê zêdetir xebatên xwe xurtir bikin.”

Cîhan Îsmaîl bal kişand ser mîsyona jinê ya li ser hatî ferzkirin û got: “Wek tê zanîn jinên Şehbayê ti carî tevlî kar nebibûn, her tim di mal de bûn û zarok xwedî dikirn. Hişmendiya mêr li ser hatibû ferz kirin. Îro diyar dibe ku jinên Şehba xwe bi rêxistin kirine û tevlî kar bûne û dixwezin di kar de xwe bi pêşbixînin. Em bi hêvîne ku jinên Şehba hê xwe bi pêşbixînin,rêxistina xwe xurit bikin û jinan tevlî xebatan bikin."