Desteserkirina vînê li Linz û Grazê hate protestokirin
Kurdistaniyên li bajarên Linz û Graz ên Awusturyayê desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê bi çalakiyan protestokirin.
Kurdistaniyên li bajarên Linz û Graz ên Awusturyayê desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê bi çalakiyan protestokirin.
Li bajarê Linz ê Awusturyayê li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê çalakî hate lidarxistin.
Kurdistaniyên ku li ser banga Dem Kurdê li Martin Luther Platzê li hev civiyan, bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana gelê Kurd" desteserkirinê protesto kirin.
Beşdarên çalakiyê destnîşan kirin ti tayînkirina qeyûman êrîşa li dijî mafên demokratîk û vîna gel e û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku di vê mijarê de hestiyar bin.
Di çalakiyê de ji bo meşa ku wê di 16’ê Mijdarê de li Konê bê lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin.
GRAZ
Kurdistaniyên ku li bajarê Grazê li hev civiyan, desteserkirina şaredariyan ji aliyê dewleta Tirk ve protesto kirin. Di çalakiyê de danezan hatin xwendin û belavkirin. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hate berzkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi desteserkirina şaredariyan êrîşî vîna gelê Kurd dike, lê gelê Kurd wê vêyekê qebûl neke û li Ewropayê berxwedana xwe mezin bike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd wê li dora Rêber Apo bicive û şerê ciwanên Kurd a bi ruhê Mazlûm û Egîdan li Kurdistan didin silav kirin.