Li Colemêrgê 5 leşker hatin kuştin

Fermandariya Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Jinan li Çelêya Colemêrgê çalakî li dar xist û diyar kir ku 5 leşker hatine kuştin.

Fermandariya Hevpar a Fermandariya Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Jinan encamên çalakiyê eşkere kir a ku di 28’ê Îlonê de li Çelêya Colemêrgê li dar xistibû.

Daxuyanî wisa ye:

“Di 28’ê Îlonê de saet di 07.00’an de gerîlayên me yên Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Jinan li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Girê Şehîd Zekî çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi obus û hawanan li derdora qada çalakiyê dane.”