Çalakiyên li dijî desteserkirinê mezin dibin
Di çalakiyêm li dijî desteserkirinê de peyama, “Em ê bajarê xwe radestî qeyûman nekin” dan.
Di çalakiyêm li dijî desteserkirinê de peyama, “Em ê bajarê xwe radestî qeyûman nekin” dan.
Çalakiyên protestoyî yên li dijî desteserkirina şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ve, îro jî dewam kirin.
MÛŞ
Li navenda Mûşê li djî desteserkirina îradeyê meş û serdana esnafan hate kirin. Girseya ku Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî di nav de bû, timî dirûşmeya “Qeyûmê diz, hevkar AKP” berz kirin. Xelkê li sûkê jî bi çepikan piştgirî dan.
Li Qada Kobanê daxuyanî hate dayîn û Sezaî Temellî axivî. Temellî wiha got: “Em vê qeyûm û zîhniyeta ku bi gotina “Kurd xwişk û birayên min in” tewza xwe li gel dike, qebûl nakin. Em desteserkirina îradeya xwe qebûl nakin. Şaredarî yên me ne, yên gel in, yên civakê ne. Lewma li her derê li Tirkiyeyê bi hev re li kolanan in. Em xwedî li kolan, tax û bajêra xwe derdikevin. Em ê bajarê xwe radestî qeyûman nekin.”
Temellî destnîşan kir ku heta pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk çareser nebe demokrasî neyê welat û wiha got: “Eger bixwazin Tirkiye demokratîk bibe, divê pirsgirêka Kurd li ser zemîna hiqûqî û siyasî çareser bikin. Desthilatdariya ku bi qeyûm û tundiyê li ser piyan dimîne, wê bi xwe re birçîbûn, xîzanî, desteserkirin û talanê bîne. Qeyûm zilma li bajêr in.”
Temellî destnîşan kir ku divê deriyên Îmraliyê vebin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Deriyên Îmraliyê vekin bila Birêz Ocalan biaxive. Çareseriya vê pirsgirêkê ji Îmraliyê derbas dibe. Êdî her kesê vê fêm kiriye û eger her kes wê derê nîşan bide berpirsyariya desthilatdariyê ye ku tişta pêwîst bike.”
ÎDIR
Li Îdirê li pêşiya avahiya DBP’ê daxuyanî hat dayîn û gelek endamên partiyê beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarteke reş ya bi nivîsa “Qeyûm darbe ye, dest nede îradeya min” hat vekirin û Parlamenterê DEM Partiyê Yilmaz Hûn axaftinek kir. Hûn anî ziman ku bi qeyûman îradeya gel tê xespkirin û got: “Bi qeyûman dest datînin ser îradeya hevpar a gelan. Eva ku tê kirin hiqûqa mêtingeriyê ye û em vê yekê qebûl nakin.”
Piştî daxuyaniyê serdana esnafên li ser kolanên Karadenîz, Cumhuriyet û Îrfanê hat kirin û bangawaziya tevlîbûna meşa ku wê li Agiriyê li dijî xespa îradeyê bê lidarxistin hat kirin. Girseyê di serdana esnafan de gelek caran dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Em rê nadin qeyûman” berz kirin.
AMED
DEM Parti, DBP û TJA’yê li dijî xespa îradeyê li Parka Rojava çalakiyên xwe domandin. Nûnerên partiyên siyasî û hevşaredar jî beşdarî çalakiyan bûn û govenda berxwedanê hat gerandin.
Hevşeradarê Yenîşehîrê Mehmet Ergun li vir bang li gel kir û got “ Em qeyûman nas nakin.”
Çalakî bi daxuyanî û dirûşmeyan bi dawî bû.