Li Bodenseeyê darbeya qayûman hat protestokirin

Kurd û dostên wan ên herêma Bodenseeyê ya Elmanyayê derbeya qayûman protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li herêma Bodenseeyê ya Elmanyayê xespkirina şaredariyan ya ji aliyê dewleta Tirk ve protesto kirin. Di çalakiyê de dirûşmeya “Îradeya gelê Kurd nikare bê xespkirin” berz bû. Ji partiyên çepgir ên Elmanyayê Die Linke û MLPD’ê jî piştgirî da çalakiyê.

Siyasetmedarên Elman anîn ziman ku êrîşên li dijî mafên demokratîk ên gelê Kurd nayên qebûlkirin û diyar kirin ku ew di têkoşîna gelê Kurd de bi wan re ne. Beşdarên çalakiyê wêneyên hevserokên şaredariyên ku hatine xespkirin hilgirtin.