Jinên Kurd ên li Rûsya tecrîd protesto kirin

Jinên Kurd ên li paytexta Rûsya Moskovayê dijîn, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li çar parçeyên Kurdistanê yên li ser gelê Kurd daxuyaniyek da çapemeniyê.

Jinên Kurdistanî yên li Rûsyayê dijîn bi daxuyaniyekê li Mala Kurdan tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên li ser gelê Kurd protestokirin û bal kişand ser fikarên wan ên di derbarê rewşa Ocalan de.

‘ÊRÎŞÊN HOV Û TECRÎD GIRÊDAYÎ HEV IN’

Li ser navê jinan Hevseroka Tevgera Jinên Kurd a Viyan a Moskova Tera Qadir daxuyanî da. Qadir destnîşan kir ku weke gelê Kurd vê faşîzmê napejirînin û ev nêzîkatî nêzîkatiyeke ya kolekirinê ye. Qadir bal kişand ser êrîşên li Bakur, Başûr û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û got: “Li dijî gelê Kurd êrîşên hovane tên kirin. Ev êrîşên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd rast e rast girêdan wê bi tecrîdkirina Rêber Apo ve girêdayî ye.”

Qadir de dewama daxuyaniyê de bibîr xist ku Kurd ne Kurdên berê ne û destnîşan kir ku wê ti demê dev ji Ocalan bernedin. Qadir got: “ Wê ti demê polîtîkayên qetlîam û asîmlasyonê ya dewleta Tirk bi ser nekeve. Azadiya gelê Kurd azadiya Rêber Apo ye, gelê Kurd ji derveyî vê tiştekî din naxwaze.”

LI DIJÎ ÎRANÊ NERAZÎBÛN

Her wiha Hevseroka Tevgera Jinên Kurd a Viyan a Moskova Tera Qadir bal kişand ser darvekirina 3 ciwanên Kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve û got: “Ev tişt nayê pejirandin, divê rejîma Îranê dev ji van polîtîkayên xwe yên qirker berde. Gelê Kurd wê li dijî van êrîşan çalakiyên xwe xurtir bike û bersiva pêwîst bide.”