Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) starta bernameyên xwe yên bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî li Kolana Marmara ya navçeya Avcilar a Stenbolê da. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û gelek jin tevlî bûn.
Halîde Turkoglu di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew ê heta 25’ê Mijdarê her roj li dijî tundiya dewlet-mêr li qadan bin û wiha got: “64 sal berê xwişkên Mîrabel ji aliyê Trujillo ve hate qetilkirin. Hewl dan weke kuştineke kiryar nediyar bidin nîşandan. Hem qetil kirin hem jî ji bo dernekeve holê, ji darazê bigirin heta gelek mijaran manîpulasyonê kirin. Me dît ku li pişt vê kuştinê tundiya mêr-dewlet heye, jinên têkoşer bi destê desthilatdariyê tên qetilkirin.
Jin li gelek cihên cîhanê li aliyeke tundiya mêr li aliyê din jî tundiya dewletê eşkere dikin. Ji ber ku pergala desthilatdariya mêr dijminê jinan e. Ev desthilatdariya mêr îfade dike ku em jin li cîhanê ne wekhev in. Em dizanin ku li cihekî ku wekhevî nebe tundî heye. Ji têkoşîna xwişkên Mîrabel a li dijî tundiya mêr-dewleta heta îro qonaxa xwe ku em gihiştine li gelek cihên cîhanê deng bilind dibin.
Têkoşîna jinan li aliyeke li dijî faşîzmê têdikoşe, li aliyê din jî li dijî tundiya mêr têdikoşe, li aliyeke li dijî tundiya sermayeyê têdikoşe, li aliyê din jî li dijî cihêkarî û nîjadperestiyê têdikoşe. Ev pergala kedxwariyê ku desthilatdariya mêr afirandiye, di serî de li jinana ji bo hemû gelan weke rejîma zextê vedigere. Ji ber vê yekê eger em jiyaneke azad û wekhev bixwazin, divê jin azad û wekhev bin. Heta ku jin azad û wekhev nebin gel û civak azad û wekhev nabin. Ji ber vê yekê em bi her aliyê ve vê tundiyê teşhîr dikin.”
PEYMANA STENBOLÊ
Turkoglu di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê û wiha got: “Peymana Stenbolê di şevekî de betal kirin. Di şevekî de ji bo komkujiyên jinan zêde bibe, çi ji destê wan hat kirin. Ev yek tevahiya 22 salan gav bi gav xistin dewrê, lê bi betalkirina Peymana Stenbolê di şevekê de li vî welatî mêr mafê kuştina jinan di xwe de dîtin. Bawer kirin ku ew ê hê rehetir qetil bikin û dîtin ew ê bêceza bimînin. Pirsgirêka me ya herî mezin ji nûve pêkanîna Peymana Stenbolê ye.
EM Ê 18’Ê MIJDARÊ LI PÊŞIYA WEZARETÊ BIN
Li vî welatî di encma şer de pirsgirêka koçber û penaberan heye. Jin ji ber şer neçar dimînin welatê xwe biteriqînin, Tirkiye jî di nav de li welatên ku koçber bûne, dibin hedefa tundiyê. Em ê bi jinên koçber û penaber re li dijî tundiya ku dibînin di têkoşînê de hevpar bibin. Em ê bibêjin piştevaniya jinê dide jiyîn. Em ê di 18’ê Mijdarê de li pêşiya Navenda Vegerandinê ji bo teşhîrkirina tundiya li ser jinên koçber û penaber daxuyanî bidin. Jin wê ji 20’ê Mijdarê heta 25’ê Mijdarê li dijî komkujiyên jinan serhildana xwe kolan bi kolan mezin bikin. Di 25’ê Mijdarê de em ê bi TJA’yê re meşên xwe li dar bixin. Li bajarên weke Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê bi platformên jinan re serhildan û gotina xwe ya li dijî komkujiyên jinan mezin bikin.
QEYÛM RÊ LI BER KUŞTINÊN JINAN VEDIKE
Li vî welatî siyaset bi xwe ji xeynî tundiyê tîştek nade jinan. Her tundî, tundiya di nava vê civakê de mezin dike. Gelo hûn dikarin bifikirin, welatek heye û rêveberên wî welatî li şûna ku li dijî şer siyaseta aştiyê pêş bixe, bi polîtîkayên qeyûmê êrîşî îradeya gel û jinan dike. Pergala hevserokatiyê temînata wekhevî û azadiyê ye. Îro li vî welatî pergala me ya hevserokatiyê temînata azadiya jinan e. Bi tayînkirina qeyûman li şaredariyên me ku sitagehên ji bo parastina jiyana jinan vedike, navenda jiyana jinan vedike, ji bo ji holê rakirina newekheviya vî welatî polîtîka diafirîne, dibe sedem ku kuştinên jinan li bajaran zêdetir bibe.
Gelo em amade ne di 25’ê Mijdarê de serhildana xwe mezin bikin? Em amade ne li kolanan dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ biqîrin? Wê demê em bi hev re dibêjin, ‘Jin, Jiyan, Azadî.’ Heta ku ev hêz, îrade û motîvasyon di me de hebe tu kes nikare barîkat deyne pêşiya me, kes nikare îradeya me desteser bike. Ev wêrekî, ev têkoşîn û ev dîroka berxwedanê di me de heye.”