4 kesên ku bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin

4 kesên li Êlihê beşdarî çalakiyên li dijî xespa îradeyê bibûn û bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Çar kesên ku li Êlihê di protestoyên li dijî xespkirina şaredariyan de hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Li Êlihê 4’ê Mijdarê Rojnamevan Mizgîn Sonuk, Yusuf Kaya yê ku rastî êşkenceya polîsên Tirk hat, Endamê Meclisa Şaredariyê Êlihê Ozdemîr Çelîk û Hevseroka berê ya bajarokê Awiskê ya girêdayî Qûbinê û Endama Meclisa Şaredariya Êlihê Hatîce Taş hatibûn binçavkirin, pîştî îfadeyên xwe dan anîn Dadgeha Êlihê.

Mizgîn Sonuk, Yusuf Kaya, Ozdemîr Çelîk ve Hatice Taş, piştî îfadeyên xwe yên dozgeriyê bi sûcdarkirina “berxwedana li dijî wezîfeyê”bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Derbarê her çar kesan de li Dadgeriya Cezayê Sulhê bi heman hincetê biryara girtinê hat dayîn.