Li Hindistanê qedexeya hecê ya li dijî jinan hate rakirin

Dadgeha Bilind a Hindistanê, qedexeya hecê ya sedsalan li perestegehekî Hîndû li dijî jinan rakir û hikm kir ku ne li gorî rêgezên wekheviyê ne.

Perestgeha Sabarîma ya li eyaleta Kerala ku li başûrê Hindistanê ye bi hinceta adetê ji bo jinên temenê wan di navbera 10 – 15’an de serdaba hecê qedexe kiribûn. Qedexeya ku bi sedsalan e dewam dike ji aliyê Dadgeha Bilind a Hindistanê ve hate rakirin.

Dadgeha Bilind a li paytext Yenî Delhî ku bi dengê giştî yê 5 darazan biryar hate dayîn û hate gotin ku qedexeya serdana jinan a ji bo perestegehê ne li gorî rêgezên wekheviyê ne û binpêkirina rêgezan e. Di biryarê de hate gotin ku qedexeya mijara gotinê wê ne di çarçoveya azadiya dînî de were nirxandin.

Li Hindistanê Dadgeha Bilind di demên dawî de, dawî li pêkanînên qanûnên cudahiyê dike anîbû. Di biryarekî serê vê mehê de jî qedexeya girtîgehê ya hemzayendan hatibû rakirin.