Li Hagenê semînera bi mijara jin, dîrok û zimên çêbû

Li Dergeha Elewî ya Hagenê semînereke bi mijara 'jin, dîrok û ziman' çêbû.

Li Dergeha Elewî ya Hagenê semîreke bi mijara 'dîroka jinê û zimanê dayikê' çêbû.
Semîner bi tevlêbûna 40 jin û 10 zarokan pêk hat. Destpêka semînerê Hevseroka Dergahê Handan Pektar Bîldik axivî. Bîldik got ew hem dixwazin jinan bînin cem hev û hem jî dixwazin balê bikişînin ser Elewîtî, jin û zimên.

Ji Enstîtûya Kurd A. Avesta Aydin bal kişande ser mijarên femînîzmê û girîngiya jineolojiyê destnîşan kir.
Aydin got jineolojî bi serê xwe mijarek e, ''Rastiyên teqez nîn in. Bi me re û her jin bi nirxên ku afirandiye ev qad dikare berfireh bibe.'

Aydin got jin û ziman hîmên vê qadê ne û got ji bo pêşî li asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê wer girtin peywir dikeve ser milê komên baweriyan û civakê.