Dayikên Şemiyê tevî dorpêça polîsan jî lihev civiyan

Rejîma AkP’ê îro jî xwest çalakiya Dayikên Şemiyê asteng bike. Tevî zext û dorpêçê jî dayikan daxuyanî da û çîroka Abdulmecît Baskin vegotin.

Dayikên Şemiyê ku çalakiya wan a li Qada Galatasarayê di hefteya 700'î de hat qedexekirin, di hefteya 705'an de qedexe nas nekirin û lêgerîna edaletê berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin, kujer bên darizandin û winda bên dîtin di hefteya 705'an de li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn. Endamên Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan ji bo li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê xwestin ji ÎHD'ê bimeşin Qada Galatasarayê. 

Mirovên şemiyê ku li ÎHD'ê kom bûn, bi wêneyên windayan, û qurnefilan xwestin bimeşin, lê polîsan bi bariyeran kolan girt û destûr nedan meşê. Polîsan xwest kom dîsa têkeve avahiya ÎHD'ê û destûr nedan daxuyaniyê. Piştî malbat û dayikên Şemiyê di çalakiyê de israr kirin, polîsan kolan kir bin ablukayê û diyar kirin ku destûr nadin. Polîsên ku dayikên şemiyê dorpêç kirin destûr nedan ku rojnameger jî çalakiyê bişopînin. Polîsan rojnameger ji qadê dûr xistin û di navbera Rojnamegeran û Dayikên Şemiyê de bariyerek danîn. Her çend rojnamegeran bertek nîşandan jî polîsan destûr nedan ku rojnameger li qadê nûçeyê bişopînin. Polîsan bi hinceta 'Em destûr li vir bidin rojnamegeran wê daxuyanîya çapemeniyê neqede' û nehişt rojnameger nûçeyan bişopînin.

Her çend polîsan dayik dorpêç kirin jî disa dayikên şemiyê daxuyanî dan. Li ser navê dayikan Keça Fehmî Tosun Besna Tosun daxuyanî xwend. Tosun di çalakiya vê hefteyê de çîroka Midûre Nifûsê yê Altindag a Enqereyê Abdulmecit Baskin ê di 2'ê Mijdara 1993'an de ji aliyê kesên xwe polîs dan nasîn û revandin û 2 roj şûnde cenazeyê wî li Golbaşi hat ditin, xwend. Tosun ji bo Basin edalet xwest û wiha got: "Em ji bo Abdulmecit Baskin edaletê dixawazin. Heta hefteya 700'an dayikên Şemiyê tu astengi û pirsgirêk nejiyan. Lê piştî qada Galatasarayê hat qedexekirin 6 hefte ye em rastî tundiya polîsan tên. Polîs li vir mafê me yê daxuyaniyê îhlal dike. Mafê me yê lêgerîna edaletê ihlal dike. Qeymeqam qad qedexe kiriye. Lê destûr nadin ku em dakevin kolanê jî. Ev yek li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa û xala 17'emîn Qanûna Bingehin e.

ÇÎROKA ABDULMECÎT BASKİN

Tosun, çîroka Abdulmecit Baskin ê 25 sal berê hat revandin û kuştin vegot û wiha got: "Abdulmecit Baskin 41 salî û bavê 3 sarokan bû. Midurê Nifûsê yê Navçeya Altindag a Enqereyê bû. Di 2'ê Mijdara 1993'an de ji aliyê kesên xwe polîs dan naskirin ve hat revandin û 2 roj şûnde cenazeyê wî hat dîtin. Cenazeyê wî 200 metre nezî Navenda Kordîne ya Giştî ya Teşkilata MÎT'ê hat ditin. Destê wî li pişt wî hatibû girêdan û bi çekê hatibû kuştin. Tevi hemû hewldanên malbatê lêpirsîn bê encam bi dawî bû. Di 26'ê Adara 2011'an de Polîsê timê Taybet Ayhan Çarkin, îfade da Dozgeriya Komarê ya Stenbolê û dtiyar kir ku Basin di 19937an de bi fermana Serokê Daîreya Tevgera Taybet Îbrahim Şahin hatiye binçavkirin û Baskin ji aliyê Ziya Bandirmalioglu û Ayhan Akçay ve hatiye kuştin. Di sala 2011'an de li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê doz hatiye vekirin, lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Em ji bo Abdulmecit Baskin û hemû kesên hatin windakirin edaletê dixwazin. "

Piştî daxuyaniyê Dayika Şemiyê Hanife Yildiz kir qêrîn û got: "Hefteya bê Em li Qada Galatasarayê ne" û dengê xwe bilind kir. Dema Tosûn daxuyanî da, dengê wê li avahiya CHP'ê ya li ser Kolana Îstiklalê ya li nêzî Qada Galatasarayê bi Hoparlorê hat belav kirin. Dengê Tosun li qemû qada Îstîklalê belav bû.