Jinên Botanê di bin sêwan Piştgiriya Xemrî de xwe rêxistin dikin

Aktivîstên Rêxistina Xemîrî ya Piştgiriya Jinên Botan a li Şirnexê hatibû avakirin got: “Em weke jinên Botanê di bin sêwana piştgiriya xemrî de xwe rêxistin bikin.”

Rêxistina Xemrî ya Piştgiriya Jinan a sala 2017’an li Mêrsînê bi aktîvîteya ku li kampekê hate kirin hate îlankirin, bi nasnameyên cuda cuda mil bi milên jinan têkoşînê dike. Jinên ku heta niha li Antaya, Mêrsîn, Antalya, Edene, Îzmîr û Stenbolê weke navnedî xwe birêxistin dikin, niha jî li Piştgiriya Xemîrî a Botanê hate avakirin.

Xwendekar beşa rojnamegeriyê Zîşan Basan a ku ev nêzî salekê ye bi awayekî aktîf di nava xebatên piştgiriya Xemîrî de kar dike got: “Piştgiriya Xemîr têkoşîneke azadiyê ya ku li nava kargehan, atolyeyan, bajaran xwe berdaye nava jiyana jinan. Her ku biçe wê mezin bibe.”

‘JIN XWE DIGIHÎNIN ME’

Basan anî ziman ku nêzî 4 meh in li Şirnexê bi jinan re hevdîtinên cuda dikin û diyar kir ku car bi ser saziyê û car jî bi kovarên ku tên belavkirin jin xwe digihînin wan û got: “Em bi sîstemeke ku di nava civakê de hatine tinekirin û di nava malbatê de hatine girtin re rû bi rû ne. Ji her demê bêhtir pêwîstî bi têkoşîna rêxistina jinê heye.”

Amîne Zeybek bal kişand ser tevlîbûna jinan û wiha pêde çû: “Xebat hê nû ye, tevlîbûna zêe jinên ciwan dikin. Jinên Botanê ji xwe di têkoşîna jinê de hê berê navê xwe hebû. Lê her carê çi dibe ji astengiyên siyasî yan jî ji ber sedemên cuda be her tim hatibû astengkirin. Em bi sîstema nû û li qadên nû yên kolanên Şirnexê dest bi kar bikin hatine.”

‘JI BAJARÊN NÊZ JINÊN KU LI ME DIGERIN HENE’

Xwendekar beşa Wêjeyê Felek jî xebatên Piştgiriya Xemrî li ser tevna civakî dîtiye û wisa tevlî bûye. Felek jî bi gotin; ‘Çima li Botanê jî komelekyeke mezin a jinan nebe? Dest bi xebatê kiriye û wiha nirxand: “Em ê derî derî bigerin û ji bo naskirin û xebatên piştgiriya xemîrî ji bo jinan vebêjin. Ji xwe di demeke pir kin de me xwe gihand gelek jinan. Ji bajarên cîran jî bang dikin. Ji bo piştgirîkirina jinan saziyan dixin dewreyê.”

Dîlber Çatikaş a bang li jinên Botanê jî kir wiha got: “Me têkoşîneke mezin li hember gelek zoriyan kir. Şer di nava me de hate kirin. Destgîrkirin, hilweşandin û şewitandin nikare me jinên Botanê ji têkoşîna me bike. Em ji bo li dijî vê hişmendiya mêrsalarî şer bikin ketine ser rê. Divê hemû jin di bin sêwana Piştgiriya Xemrî ya bi jinan re kom bibe û yekîtiya xwe ava bike.