YJK-E bang li jinan kir ku Erdogan protesto bikin

Yekîtiya Jinên Kurd ên li Elmanya (YJK-E) li dijî serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a Elmanyayê bangli jinan kir ku 26-28-29’ê Îlonê tevlî çalakiyan bibin.

YJK-E ya ku daxuyaniyek nivîskî da got: “Di encama vê lihevkirina welatên Ewopayê de nirxên mirovahiyê tine hatine hesibandin. Vexwendina Elmanya ya dîktator Erdogan gava yekem a meşrûkirina vê dîktatoriyê ye.”

YJK-E’yê serdana Serokomarê Tirk a 28-29’ê Îlonê ya Elmanyayê jî bibîr xist û destnîşan kir ku ERdogan hemû rêbazên faşîzan bikar tîne û dixwaze welat bike yek tîp û desthilata xwe bidomîne.YJK-E’yê got: “Rejîma Erdogan a 16 salî di serî de li hember jinan, gelê Kurd qetlîam, kuştin, sirgûn û rondikên çavan aniye.

Di serî de bêdendiya Elmanya, saziyên navneteweyî û gelek hikûmet destekê didin vê bazara qirêj, ev jî ne bese welatên Rojavayî bi peymanên aborî û leşkerî dibin ‘hevkarê polîtîkayên qirêj’.”

YJK-E got: “Serdan Erdogan a Elmanya şermezar dikin, di serî de bang li jinan hemû gelan dikin ku li dijî serdana dîktatoriyê dakevin qadan û kolanan.

YJK-E ji bo çalakiyên 26-28-29’ê Îlonê ku di pêşengtiya jinan de li gelek navendên Elmanya bi dirûşma ‘Qatilê Jinan Erdogan bi xêr nehatî’ bê lidarxistin banga tevlîbûna xurt kirin. Dîsa banga tevlîbûnê xwepêşandanên protestoyî yên ‘Xêr nehatî Erdogan’ ku wê 28’ê Îlonê li Berlîn û 29’ê Îlonê jî li Kolnê bê kirin jî kir.