Yuksekdag: Bi xebatên xwe serbilindim

Rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya rehîn hatî girtin Fîgen Yuksekdga pêk hat. Yuksekdag sûcên heyî red kir, diyar kir ku di pêvajoya têkoşînê de ji xebatên kirî serbilind e.

Rûniştina 7’an a doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ku jê tê darezandin li Salona Dadgeha Girtîgeha Sîncarê pêk tê.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mûrat Çepnî, Endama MYK’ê ya HDP’ê Emîne Kaya, parlementer Habîb Eksîk, Oya Ersoy, Tulay Hatîmogûllari, Endamê MYK a ESP’ê Şahîn Tumuklu û nûnerên saziyên navneteweyî rûniştin şopandin.

Yuksekdag siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan ê 20’ê Îlonê li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê bi kirîza dil jiyana xwe ji dest dabû bibîr an û sersaxî ji malbatê re xwest.

Yuksekdag bibîr xist ku li Tirkiyeyê kirîzekî siyasî heye, her wiha li navendê jî kirîzekî edaletê heye û got: “Eger kirîz bi vî rengî dom bike wê kirîza edaletê hê girantir bibe, wê bibe sedemê nakokiyên civakî. Bi hezaran mirov mexdûrên kirîza siyasî ye. “

Her wiha Yuksekdag bal kişand ser berdana Enîs Berberoglû û diyar kir ku çima Leyla Guven nayê berdan û peyam ‘Em rehîn in’ da.

Yuksekdag di dewama parastina xwe de ev tişt got:

“Em dixwazin bibin dengê dîrok û rastiyan. Her ku rastî tê nixûmandin divê hinek hebin ku vê rastiyê derbixin û xwedî lê derbikeivn. Em rû bi rûyê bêmafiyekî mezin in, lê ti demê li pêşerî vê zilmê me stû xwar nekiriye û gav paş ve neavêtiye. Rêya em bişopînin berxwedana demokratîk e. Heta niha bi rûmet û vîna xwe tevlî hemû xebatan bûme. KCD yek ji saziyên ku bi rûmet lê kar dayî meşandine.”

Piştî parstina Yuksekdag heyeta dadgehê heta saet 01:00 navber da rûniştinê.