Buldan: Em ê qeyûma bişînin qiraatxaneyên Erdogan

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan got ew ê mohra xwe li hilbijartinên xwecih bidin û got, ''Em ê qeyûma bişînin qireatxaneyên Erdogan, HDP wê were''.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di civîna meclîsa jinan a HDP'ê de diyar kir ku beriya hilbijartina herêmî pêdivî bi tifaqa jinan heye. Buldan, bal kişand ser xebatên qeyûmên ku tayînî şaredariyên DBP’ê hatinek kirin û wiha got: “Em ê van qeyûman bişînin Qiraatxaneya Erdogan." 

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî geşedanên siyasî û rêxistinî plansaziyên pêşerojê yên hilbijartinên rêveberiyên herêmî li navenda Giştî ya HDP'ê civîn li dar xist. Beriya civînê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan der barê geşedanên dawî de civîna çapemeniyê pêk anî. 

‘DIVÊ BIRYARA JI BO BERBEROGLU JI BO LEYLA GUVEN JÎ TÊXIN MERIYETÊ'

Buldan, anî ziman ku polîtîkayên AKP’ê yên dijminantiya jinê berdewam dike û dê bidomin û wiha got: “Em di serdema nû de armanc dikin ku wekîlên jin û hemû rêveber hem li qadê û hem jî li her qadên jiyanê bibin vîn û dengê jinan. Ez dixwazim bejim parlamentoya vîna jinê lê tune be dê dîsa parlamentoyek kêm be. Wekîla me ya Colemêrgê Leyla Guven hêj girtî ye. Enis Berberoglu  hat berdan. Em dixwazin biryara ji bo Berberlîoglu ji bo Leyla Guven jî bê dayîn. Em dixwazin ev biryara Emsal ji bo Leyla Guven jî derbasdar be." 

‘BI EFÛYÊ WÊ ÇETEYAN BERDIN Û XIZMETA AŞTIYA CIVAKÎ NAKE' 

Buldan, bal kişand ser niqaşên efûyê ku MHP’ê xist rojevê û wiha got: “Dê kî ji vê efoyê sûdê bigire mijara niqaşê ye. Dixwazin bi vê efoyê çeteyan û mafya serbest berdin. Dixwazin qatîlan serbest berdin. Ev yek dê ji aştiya civakî ya Tirkiye re xizmetê neke. Dê rewşa kesên ji ber fikrên xwe girtî dîlgirtî çawa bibe? Dê rewşa girtiyên siyasî, wekîlên jin, Leyla Guven, Figen Yuksekdag, Sebahat Tuncel çawa bibe? Ji ber vê yekê divê sînorê efoyê bêtir berfireh be. Divê xizmetê ji aramî û aştiya civaka Tirkiye re bike. Li girtîgehan siyasetmedarên Kurd Selahattin Demirtaş, Îdris Baluken, Bekîr Kaya, Tuncer Bakirhan hene. Tenê ji ber ramanên xwe girtî ne. Ev yek nayê qebûlkirin." 

‘EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN QIRAATXANEYAN'

Buldan, anî ziman ku dê di vê civînê de gelek mijaran têxin rojevê û wiha wiha bi dawî kir: "Yek ji rojevên me hilbijartina rêveberiyên herêmî ye. Hilbijratina rêveberiya herêmî jinan ji nêzîk ve eleqeder dike. Divê em bêtir xwe bi hêz bi rêxistin bikin. Em dê bi hêz û moral li qadan bin. Bi taybetî em dê şaredariyên ku qeyûm tayîn kirine paşve bistînin. Qeyum Wê biçin û li şûna wan dê HDP bê. Ji ber ku qeyûm tenê saziyên jinan girt, saziyên çand û zimanên Kurdan girt û qedexe kir. Em dê van qeyûman bişînin Qiraatxaneyên ku Tayyip Erdogan vekirine. Pêdîvî bêtir ji îtîfaqa jinan heye. Ne tenê şaredariyên ku qeyûm tayîn kirine, li metrepolan jî em dê îtîfaqa jinan ava bikin. Di vê serdemê de bêtir pêdivî ji îtîfaqa xurt a jinan heye. Em de koalîsyona AKP- MHP'ê li metrepolan lawaz bikin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak li girtîgehê pirtûka “Renê Xemrî yê Siyaseta Kurd" derxist. Divê hemû jin li pirtûkê xwedî derkevin. Ev pirtûk dê rê nîşanî têkoşîna jinan bide."