Rengê Mor ê Siyaseta Kurd: ‘Gav bi gav têkoşina jin a bilind dibe'

Gulten Kişanak bi vegotina jinên ku di nava siyaseta jina Kurd de peywir girtin û li girtîgehê mayîn; gav bi gav destkeftiyên ku bi têkoşîna jinê hatîn bidestxistin di pirtûka ‘Rengê Mor ê Siyaseta Kurd’ tê vegotin.

Gulten Kİşanak dema 26’ê Cotmeha 2016’an Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê bû hate destgîrkirin. Kişanak beriya bi 2 salan bi operasyoneke siyasî ya li dijî siyasetmedarên Kurd ku gelek DBP û HDP’yî di nav de hatibûn girtin.

Kişanak a ku niha weke gelek siyasetmedarên Kurd di girtîgehê de ye çîroka jinên ku di siyaseta Kurd û girtinên bê hiqûq di pirtûka ‘Rengê Mor ê Siyaseta Kurd’ de vedibêje. Di rastiyê de ya qala wê tê kirin ne çîrok e têkoşîn û xebeta jinê ya di nava siyaseta Kurd de ye.

Kişanak sedemeke din ya nivîsandina pirtûk û pêşniyaran gelek kesan ku ‘rojên Girtîgeha Amedê ya 12’ê Îlonê binîvese’ dibêje. Kişanak hewl daye di pirtûkê de qala xebata jinan ya di hemû aliyan de û di nava partiyê de bibêje. Li aliyê din Kişanak weke ku di pirtûkê de diyar kirî tevî ku guhdarî gelek çîrokên zilaman yên di Girtîgeha Amedê ya No 5 de bûyerên li kawûşên jinan çêdibe kêm tê zanin. Her çiqas Kişanak di beşek yê vê çîrokê dibêje lê di rastiyê de têkoşîna jinê ya li navendê derdixe holê û aliyê wê yê nostaljî întiqal dike.

Gulten Kişanak di pirtûkê de qala têkoşîna jina Kurd a ji salên 90 heta roja me ya îro dike. Li aliyê din di pirtûkê de qala gelek bûyerên ku jinan jiyan kirî tê gotin.

Gulten Kişanak di pirtûka ‘Rengê Mor ê Siyaseta Kurd’ diyar dike ku ji serpêhatiyên rojnamegeriya kevîn jî sûd girtiye. Bi vê çarçoveyê hevpeyvînên hevrêyên jin ên ku weke wê di girtîgehê da mayîn û hatin berdan û dîsan hatin girtin, tê kirin. Kişanak diyar dike ku ev hevpeyvîn bi asanî nehatine kirin û sedema wê jî ew e ku gelek siyasetmedarên jin kirin girtîgehên cuda û rêveberiyê hin name 'bigûman' didîtin.

XETA TÊKOŞÎNÊ YA JI 90’Î HETA 2000’Î

Gultan Kişanak di destpêka pirtûkê de qala dîrokê dike û qala têkoşîna azadiya jinê ya gav bi gav ji salên 1990 bi HEP’ê re dest pêkirî û di nav DEP, HADEP, DEHA, DTP'ê de geş dibe û heta xwe digihîne nav HDP'ê.

Kişanak mînaka Leyla Zana ya HEP’ê ku bi SHP’ê re hate hilbijartin dide û dibêje di salên 90’î de ne daxwazên jinê ,navê wê jî di siyasetê de nedihate gotin û wiha dibêje; Li gorî sîstema ‘dengê tercîhê’ Zana di wê demê de li Amedê di rêza yekem de derketî nîşan dide. Di wê demê de ji 8 jinên ku li Meclîsê yek jî Zana bû.

*Navê kesên ku Kişanak ji bo pirtûkê hevpeyvîn bi wan re kirî wiha ne; Aysel Tûglûk, Bûrcû Çelîk Ozkan, Çaglar Demîrel, Dîba Keskîn, Dîlek Hatîpoglû, Edîbe Şahîn, Evîn Keve, Fatma Dogan, Fîgen Yuksekdag, Gulser Yildirim, Leyla Guven, Mukaddes Kubîlay, Nûrhayat Altûn, Sara Kaya, Sadiye Suer Baran, Sebahat Tûncel, Serlma Irmak, Servîn Karakaç, Yildiz Çetîn Zeynep Han Bîngol û Zeynep Sîpçîk.