Jinên Elman di kampa Jineolojiyê de hatin ba hev

Li Elmanyayê di navbera 20-23’ê Îlonê de li bajarê Magdebûrg ê bi beşdariya 50 jinan kampa jineolojiyê hate lidarxistin.

Komîteya Jineolojiyê ya li Ewrûpayê kampa jineolojiyê li dar xist. Di kampê de gelek nîqaş hatin kirin.

Kamp di 20’ê Îlonê de bi atolyeyan dest pê kir. Endamên komîteya jineolojiyê Zîlan Diyar û Viyan Poch pirsên beşdaran bersivandin. Di atolyeyê de gelek nîqaş hatin kirin. Piştî nîvro jî li ser ‘baviksalarî, dewlet û kapîtalîzmê’ nîqaş hatin kirin.

LI ELMANYAYÊ LI ŞOPA ÇANDA LI SER BINGEHA JINAN GERIYAN

Di roja duyemîn a kampê de jinên Elman li şopa çanda li ser bingehan jinan geriyan. Di kampê de Barbara Pade qala awayên jiyan û berxwedana civakên dayîksala ên Ewrûpayê kir. Piştî vê danişînê jî li ser navê mîtolojiyê pêşkêşiyek hate kirin.

Di roja dawîn a kampê de jî Nazan Ustundag li ser mijara ‘Takekesî û rêxistinbûn’ pêşkêşiyek kir.Ustundag diyar kir ku têgeha ‘xwebûn’ ji bo takekesî û rêxistinbûnê hevsengeke girîng e.

Ji xeynî van atolyeyan têkildarî berxwedan û ferasetê jinê hin atolyeyên din jî hatin lidarxistin û nîqaş hatin kirin.

Sala borî li Navenda Hevdîtinê ya Jinan a Utamarayê kampa jineolojiyê hatibû lidarxistin û piştre li bajarê Bîlbao yê Îspanyayê û li Îtalyayê kampên jinolojiyê hatibûn lidarxistin. Kampa şeşemîn a Jineolojiyê jî li bajarê Magdebûrg ê Elmanyayê hate lidarxistin.