TJA: DMME bi bazarên siyasî ev biryar daye

TJA'yê biryara DMME'yê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir, got, ev bikêrî geşkirina şer û polîtîkayên şer tê.

Tevgera Jina Azad (TJA) biryara  redkirina serlêdana têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ev biryara ku hatî standin xizmetê ji aştiyeke mayind, mafê mirovan re nake, bikêrî wê tê ku şerê li ser îmha û înkarê ya li ser gel zindî bihêle.

'XIZMETÊ JI POLÎTÎKAYÊN FAŞÎST ÊN AKP-MHP'Ê RE DIKE'

Di daxuyaniyê de hate gotin biryar êrîşeke li esr vîna Kurdan e û hate gotin ,''Piştî 8 salan biryara redkirinê ya DMME'yê, bi raporên CPT'yê meşrûkirina şertên tecrîda giran ên li Imraliyê, bêdengiya raya giştî ya navnetewî ya li dijî şerê dijî mirovahiyê li dijî têkoşîna demokrastî û azadiyê ya Kurdan xizmetê ji polîtîkayên desthilata faşîst a AKP-MHp'ê re dike. Lê diyar e ku biryar bi bazarên siyasî hatiye dayin. ''
TJA'yê herî dawî got biryara DMME'yê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîşeke li ser vîna gelê Kurd e, DMME demildest divê ji vê biryara siyasî, ya ku ne xwedî hîmê hiqûqî, însanî û etîk e vegere.