JIN
Hemû Nûçe
-
Gerîlaya Şehîd Serhad: PKK ne tenê tevgera tolhildanê ye
Gerîlaya şehîd Dîdar Serhat digot ew bi PKK’ê re gihaye heqîqetê û digot, ‘’Azadbûnê mirov mîna pirpirîka çaran li gel hev ferq dike’’. Serhat destnîşan dikir PKK ne tenê tevgera tolhildanê ye. -
Polîsan êrîş bire ser çalakiya jinan a Enqerê: 3 jin hatin destgîkirin
Polîsan êrîş bire ser çalakiya jinan a Tora Parastina Jinan a ku xwestin bi pankarta ‘Em dixwazin bijîn’ vekin. Polîsan 3 jin destgîrkirin. -
Taşdemîr: Em ê destketiyên jinan mezin bikin
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bal kişand ser desteserkirina şaredariyên HDP'î û got, " Lê ew çi bikin bila bikin emê destkeftiyên jinan mezin bikin û xurt bikin." -
'Divê jin ên ciwan hîn bêhtir li pençeşêra çîçikê baldar bin'
Li Enstîtûya Curîe ya Parîsê di daxuyaniyekê de hate gotin li cem jinên ciwan ku ji bo teşhîsa zû ya pençêra çîçikê bihistyarî kêm e, rîska li ser wan zêdetir e. -
Jinnewsê Kampanyaya Nûçegihaniya Dildar da destpêkirin
Jinnews a ji bo nûçegihaiya dildar dest bi kampanyayekê kir got: “Bang li hemû jinan dikin ku piştgirî bidin Jinnews a ajana wan e û bibin nûçegihanên dildar ên me.” -
'Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek'
Ji dayikên aştiyê yên li ber avahiya AKP'ê bi êşkenceyê hate destgîrkirin Aysel Tûfan bang li yên li ber avahiya HDP'ê rûniştine kir: "Werin em laçikên xwe yên spî bikin yek û li ber avahiya AKP'ê rûnên." -
Ji 23 welatan jinan piştgirî dan HDP’ê
Li dijî darbeya qeyûman ji Vîetnamê bigire heta Arjantîn, Kûba, Nepal, Filîpîn û Maliyê ji çar aliyên cîhanê ji 23 welatan ji 30 jinên siyasetmedar û aktivîstan zêdetir peyamên piştgiriyê dan HDP’ê. -
Dayika Şemiyê Anik Can rehmet kir
Dayika Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Xarpêtê Metîn Can dema li Xarpêtê 21’ê Sibata 1993’an û şûnde tê revandin û piştre cenazeyê wî tê dîtin, Dayika Şemiyê Anik Can rehmet kir. -
Li ser ambargoya Mexmûrê dosyayek pêşkêşî NY’yê hate kirin
Meclîsa Jinan a Koln/Bonê li bajarê Bon ê Elmanyayê têkildarî ambargoya li ser Mexmûr û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê dosyeke pêşkêşî Konseya Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin. -
'Penaberî qirkirina jinê ye'
Li Mêrsînê bi banga HDP'ê û TJA'yê 7'ê Îlonê li ser pirsgirêka jinên penaber civînek hate kirin. Di encamnameya civînê de hate gotin, penaberî 'qirkirina jinê ye''. -
Hevşaredara Pasûrê Fatma Ay hate destgîrkirin
Li navçeya Pasûr a Amedê hevşaredar Fatma Ay jî hate destgîrkirin. Bi Ay re hejmara kesên hatine destgîrkirin bû 5 kes. -
Encamnameya 1. Kongreya TAJÊ hate eşkerekirin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidxan (TAJÊ) yekemîn kongreya xwe 10’ê Îlonê li bajarokê Xanesor yê Şengalê lidarxistibû, Meclîsa TAJÊ encamnameya kongreyê eşkere kir. -
Turelî: Em ê bi hevserokatiyê hişmendiya ji desthilatê bibihurin
Federasyona Komeleyên Batmanê (BADEF) jî derbasî pergala hevserokatiyê bû. Hevserok Canan Turelî got ew bi pergala hevseroktiyê ji hişmendiya desthilatê ku jinan di malê de girtî dihêle bibihurin. -
Jinan li Berlînê çalakî kirin
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Demokratîk li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyeke protestoyî pêk hat. -
Taşdemîr: Hevserokatî îdeala me ya azadiyê vedibêje
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr got, ''Dema ku em dibêjin, 'hevserokatî xeta me ya xemrî ye' em dibêjin em dev ji îdeala xwe ya azadiyê, ji têkoşîna xwe ya guherîna civakî û jinê naqerin.'' -
Kongreya TAJÊ bi dawî bû
Yekemîn Kongreya TAJÊ ku li navçeya Xanesor a Şengalê bi beşdarbûna 300 deleqeyan destpêkiribû, bidawî bû. -
Lêpirsîn li meşa ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’ hate vekirin
Meclîsa Jinan a HDP’ê bi slogana ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’ li Wanê meşek li dar xistibû. Lêpirsîn li ser vê meşê hate vekirin û ji bo dayîna îfadeyê bangî gelek siyasetmedaran hate kirin. -
Salek û 3 meh cezayê girtîgehê li nûçegihana Jinnewsê Aydin hate birîn
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Jinnews Melîke Aydin bi hinceta parvekirina wê ya sala 2016’an li ser tevna civakî bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. -
Mûnzûr: Divê jin rêbaza xwe ya têkoşînê biguherîne
Endama Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr got, "Jin divê hem li dijî hemû rêxistin û zîhniyetên li dijî azadiya jinê têbikoşin, hem jî di jiyan û rêbaza xwe ya têkoşînê de guhertinên bingehîn bikin." -
'Polîtîkayên AKP'ê tundiya li jinê asayî dike'
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku bi desthilatdariya AKP'ê re tundiya li jinê kete asta herî bilind û got, sedema îstîsmar, tundî, tacîz û tecawiza li dijî jinan û zarokan polîtîkayên hikûmetê ne ku mêr diparêzin. -
Jinên Kurd ên li Ewropayê rabûn ser piyan
Jinên Kud li her devera Ewropayê bi dirûşma "Ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser piyan" daketin qadan û tundiya li jinê, mîlîtarîzm, dagirkerî û qeyûm protesto kirin. -
Jinên Kurd li Ewropayê ji bo azadiyê li ser lingan bûn
Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser lingan’ a bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd de hatiye destpêkirin, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin kirin. -
Dayikên Aştiyê yên Mexmûr 7 roj in li ber xwe didin
Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina wargehê ku PDK'ê ambargo daniye ser 7 roj in çalakiya rûniştinê dikin. -
Amed: Em dev ji hevseroktiyê naqerin
Yek ji rêvebera KCK'ê Koçerîn Amed got dikarin li ser gelek mijaran bi paş ve gav bavêjin, li gorî demê hin tişt dikarin biguherin lê ji pergala hevseroktiyê nayên xwarê û bi paş ve gav navêjin. -
Besta Firat: Bê berxwedanî azadî çênabe
Endama Konseya Rêvebir a KCK’ê Besta Firat beşdarê bernameya Rojeva Jin ya Stêrk TV bû û bersiv da pirsên rojnamevan Gulan Avrêl.