Li ser ambargoya Mexmûrê dosyayek pêşkêşî NY’yê hate kirin

Meclîsa Jinan a Koln/Bonê li bajarê Bon ê Elmanyayê têkildarî ambargoya li ser Mexmûr û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê dosyeke pêşkêşî Konseya Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.

Kurdistaniyên ku endamên Meclîsa Jinan a Koln/Bon û hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî di nav de, saet 15:30’î li bajarê Bon ê Elmanyayê li pêşiya Nûnertiya NY’yê ya Bonê hatin ba hev. Heyeta ku weke nûnerên Kurdistaniyan li ser ambargoya Mexmûr û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dosyaya ku amade kiribû pêşkêşî rayedaran kirin.

Pankara ‘Ji bo gelê Kurd azadî’ hate vekirin, dîsa dowîzên ku ambargo tê şermezarkirin hatin hildan. Di çalakiyê de banga xwedîderketina li Mexmûr û Rojava hate kirin.