Turelî: Em ê bi hevserokatiyê hişmendiya ji desthilatê bibihurin

Federasyona Komeleyên Batmanê (BADEF)  jî derbasî pergala hevserokatiyê bû. Hevserok Canan Turelî got ew bi pergala hevseroktiyê ji hişmendiya desthilatê ku jinan di malê de girtî dihêle bibihurin.

Piştî Bekiran Gençlik Birliği (Yekîtiya Ciwanên Bekiran) BADEF’ê jî derbasî hevseroktiyê bû. Hevseroka Canan Turrelî ku berê li Bekiran Gençlik Birliği hevseroktî dikir 28 salî ye.  Turelî dibêje destpêkê hinekî qilqiliye û xwe daye ber pirsan bê ka wê çi bike. Turelî dibêje berê jê weye ku komele tenê cihê mêran bû ku lê okey û qeremaç dihatin lîstin lê piştî ku dikeve navê bi xebatên ku dike ev pêşdaraziya wê dişike.

‘EM DIXWAZIN LI HEMÛ QADAN XWE BIGIHÎNIN JINAN’

Turelî li gel 4 jinan dixebite û dibêje heta niha piranî xebatên li ser jin û zarokan kirine. Turelî li ser xebatan got, ‘’Bi tevlêbûna jinên ji her derdorê şemiyan xebatên Jineolojiyê dikin, bi hev re li ser pirsgirêkan nîqaş dikin û li çareseriyan digerin.’’ Turelî her wiha diyar kir 2018’an burs dane 26 xwendekaran û îsal jî hedefa wan ew e ku bursê bidin zêdetir xwendekaran. Derbarê xebatan her wiha got ew serdana malan dikin, diçin sersaxiyan û li hemû qadan dixwazin xwe bigihînin jinan.

‘EM Ê LI HEMÛ QADÊN JIYANÊ HEBIN’

Turelî bi berdewamî got niha li komeleyê ew tenê 2 jin in, lê jin li hemû qadên jiyanê hene û wê hebin, ji ber vê hedefa wan a pêşî ew e ku vê rewşê biguherin û domand, ‘’Bi pergala hevseroktiyê em ê vê biguherin. Li dijî hişmenidya serdest ku di hemû qatên civakê geriyaye û dixwaze jinan li nav malê asê bigre em ê têbikoşin û bêyî ku em ji xwe bidin em ê ji vê bibihurin. Weke Yekîtiya  Ciwanên Bekiran em BADEF jî em ê atolyoyê Jineolojiyê bikin û bursan bidin ciwanan. Em ê perwerdehiya xwendin û nivîsandinê bidin jinan. Xebatên çandî zêde bikin. Li ser dersen dengbêjiyê em ê rawestin.’’

 ‘CIVAKA KU JIN LÊ NE AZAD BIN NE AZAD E’

Turelî got ew destekê didin kampanyaya TJA’yê ya ku niha berdewam dike, li dijî helwesta ku tê xwestin pergala hevseroktiyê krîmînalîze bikin jî got, ‘’Hevseroktî bivênevê ya me ye. Keda me jinan li hemû  qadên jiyanê heye lê navê me tine. Em ne weke keça û xwîşka filan kes an jî hevjîna filan kes, dixwazin bi xwe li hemû qadan bin. Her roj em têne kuştin û dixwazin ku em bêdeng bimînin. Em ê bêdeng neminin û em ê nekevin nav wan qaliban ku dixwazin me têxinê. Kîmyaya hêvîr jî, ku dibêjin, bi hevîrê destê xwe serê xwe nav xwe tevlê neke, em jin diyar dikin. Civaka ku jin tê de ne azad bin, ne azad e. Divê em azad bibin da ku civak azad bibe. Heke em hişê xwe azad nekin û ya li pêşberî xwe ne weke zayendekê lê weke mirov nebinin em ê gavekê jî bi pêş ve veçin. Em dixwazin vî qalibî bişkînin û heta ku em hemû azad bibin em ê têbikoşin.’’