Ji 23 welatan jinan piştgirî dan HDP’ê

Li dijî darbeya qeyûman ji Vîetnamê bigire heta Arjantîn, Kûba, Nepal, Filîpîn û Maliyê ji çar aliyên cîhanê ji 23 welatan ji 30 jinên siyasetmedar û aktivîstan zêdetir peyamên piştgiriyê dan HDP’ê.

Li dijî darbeya qeyûman nerazîbûn di asta cîhanî de berdewam dike. Ji Vîetnam bigire heta Arjantîn, Kuba, Rûsyaya Spî, Îrlanda, Nepal, Filîpîn, Spanya, Tanzanya, Elmanya, Yewnanistan, Meksîka û Maliyê ji çar aliyên cihanê ji 23 welatan ji 30 jinên siyasetmedar û aktivîstan zêdetir peyamên piştevaniyê ya bi HDP’ê re belav kir.
Jinan di peyama xwe de ev gotin:

“Em ‘Siyasetmedarên Femînîst ên navneteweyî’ em piştevaniya xwe ji bo Hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê Bedîa Ozgokçe Ertan, Adnan Selçûk Mizrakli û Ahmet Turk ên 19’ê Tebaxê ji erkê hatin girtin, didin nîşandan.

Mudaxeleyên hişk ên li dijî mafê derbirîn ên nûnerên gel ku bi hilbijartinê û rêbazên demokratîk hatine hilbijartin, tê wateya sînordarkirina azadiya ramanê. Di encamê de mafê jinan jî tên sînordarkirin. Sîstema hevserokatiyê pêkanîneke nû ya HDP’ê ya hevrengiya zayendiyê ye. Ev pêkanîn a mafê jinê dike asteg a ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatiye kirin, bi zanabûn tê kirin. Jineke xweser û rêxistinkîr ji aliyê hikûmetê ve ji bo  xwe weke striyeke ku wê dike hedef dibîne. Ji bo wê êrîşa li ser xuşkên xwe yên HDP’ê weke êrîşeke li ser tevgera jinan a navneteweyî dibînin.
Daxwaz dikin ku bi lezgîn hevşaredar vegerin ser erka xwe.

Daxwaz dikin ku mafê jinan bên dayîn.

Daxwaza naskirina sîstema hevserokatiyê dikin.

Her bijî serxwebûn û proleteriyaya navneteweyî.”

Navên kesên îmzeya xwe li metna hevpar hatî dayîn dayî wiha ye:

Fabîna Rîos (Arjantîn)

Yanîna Hûzoûskaya (Rûsya Spî)

Odalys Peres Garcîa (Kuba)

Sîlla Marî Kakkola (Fîlandya)

Domînîqûe Trîpet, Partiya Komunîst a Fransa (Fransa)

Jûlîa Wîedemann (Elmanya)

KajoTetzlaff (Elmanya)

Katrîn Voss (Elmanya)

Anja Eîchhorn (Elmanya)

Jana Hoffmann (Elmanya)

Bîrte Keller (Elmanya)

Danny Bûtter (Elmanya)

Nîna Eûmann (Elmanya)

Marîa Gkasoûka, Syrîza (Yewnanistan)

Marîam Dhawale (Hindistan)

Wîan Haci (Iraq)

Emma Sheerîn (Îrlanda)

Fîda Ebû Dbaî Nara, Haddash (Îsraîl)

Lahan Cecîle Dakoûo (Malî)

Corînne Camîlle (Maûrîtîûs)

Cîtlallî Hernandes (Meksîka)

Ûtaara Mootû (Namîbya)

Bînda Pandey (Nepal)

Reîhana Mohîdeen,Partiya Karkeran (Fîlîpîn)

Oûlîmata Nîang (Senegal)

Antonîa Todîc (Slovenya)

Clara Alonso (Spanya)

Dorthoy Semû (Tanzanya)

Leyla Îmret, HDP

Anna-Marîa Wunst, HDP-Deûtschland Vertretûng, Aktîvîst (Elmanya)

Thî Hoang Van Ngûyen (Vîetnam)

Mînetû Larabas Sûeîdat (Sahra Rojava)