Jinnewsê Kampanyaya Nûçegihaniya Dildar da destpêkirin

Jinnews a ji bo nûçegihaiya dildar dest bi kampanyayekê kir got: “Bang li hemû jinan dikin ku piştgirî bidin Jinnews a ajana wan e û bibin nûçegihanên dildar ên me.”

Tekana ajansa nûçan a jinê JINNEWS'ê ya li Tirkiyeyê, dest bi kampanyeya "Nûçegihantiya dildar" kir.

Ajansa JINNEWS'ê ya ji 25'ê Cotmaha 2017'an de weşanê dike, di çarçoveya kampanyayê de ev bang kir: "Di vê serdema ku tundiya li dijî jinê zêde bûye û polîtîkayên ne cazkirinê yên li hemberî vê dewam dikin de; em bi piştevahiyê dengê xwe bi hev re bilind bikin û gotina xwe bi hev re bêjin."

Daxuyaniya ajansa JINNEWS'ê ya derbarê kampanyayê de ragihand wiha ye:

"Em ajansa jinê ya JINNEWS'ê kampanyaya 'Bibin nûçegîhanên JINNEWS'ê yên dildar, em dengê xwe bi hev re bilind bikin û gotina xwe bi hev re bibêjin' dest pê dikin. Ji aliyekî tê xwestin ku Peymana Stenbolê ya ku di encama têkoşîna jinê de pêk hat û ji aliyekî din jî mafê nefeqeyê tê xwestin ku paş ji jinan bê girtin. Her wiha jin bi tundiyê rû bi rû dimînin û ev tundî tê xwestin ku rewa bê dîtin. Li dijî van neheqiyan jin di warê têkoşîna xwe de paşde gavê navêjin.

Em jî wek JINNEWS'ê di qada çapemenî, medyayê de di destpêkê de têkoşîna xwe didin. Em jî li dijî daraza ji aliyê medyaya baviklarî tê xwedîkirin, li dijî medyaya baviksalarî ya êrîşên li dijî jiyana me rewa dibînin, hêza xwe ya teşhîrê bi kar tînin.

Jin di her qadên jiyanê de li dijî polîtîkayên baviksalarî, dijminê zarokan, dijminê jin û xwezayê têkoşîna xwe didomîne. Jin bi têkoşîna wekheviyê û azadiyê her li pêş e. Di vê pêvajoya ku tê xwestin destkeftiyên me yên demokratîk ji destên me bigirin, em ji nasnameya xwe ya jinê, ji ajansên me yên hatine girtin, ji hempîşeyên xwe, ji femînîstan, ekolojîstan, parêzvanên mafên mirovan, têkoşîna azadiya jinê hêz girt û me di 25'ê Cotmeha 2017'an de dest bi rêwîtiya xwe kir. Me du salê xwe li dû xwe hişt û em ê têkoşîna xwe ya teşhîrkirina polîtikayên tundî yên li ser jinê, bidomînin.

Di vê pêvajoya ku tundiya li ser jinê zêde bûye û polîtikayên bêcezabûnê dewam dike de em bi piştgiriyê dengê xwe yê ku tê xwestin bê birîn em bi hev re bilind bikin û em gotina xwe bi hev re bikin.

Em hinek parçeyên jiyanê yên ku kirdeya wê jin e bi video, wêneyan parve bikin û bi piştgiriyê nasnameya jinê derxin pêş. Em bang li hemû jinan dikin ku bi JINNEWS'ê re di nava piştgiriyê de bin û bibin nûçegîhanên dildar.

Binpêkirina mafan a li dijî jin, zarok û xwezayê û her wiha çîroka serkeftin û têkoşînê ya ku hûn bûn şahid bi me re parve bikin.

Hejmara me ya îxbarê ya watsapê: 0530 235 66 56"