Salek û 3 meh cezayê girtîgehê li nûçegihana Jinnewsê Aydin hate birîn

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Jinnews Melîke Aydin bi hinceta parvekirina wê ya sala 2016’an li ser tevna civakî bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Nûçegihana Ajansa Jinnewsê Melîke Aydin meha Sibatê dema li Aydinê nûçe dişopand û piştî vegerê parvekirina wê ya li ser tevna civakî hincet hate nîşandan û bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” hatibû destgîkirin. 2’emin rûniştina doza lê hatibû vekirin, li 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bayrakli pêk hat. Aydin û parêzer Şukran Ozturk û gelek rojnameger beşdarî rûniştina dozê bûn.

Rûniştin piştî kontrola nasnameyê destpê kir û parêzer Şukran Ozturk axivî û got delîlên hatine bidestxistin ne li dijî hiqûqê ne. Parêzer Şukran Ozturk diyar kir ku parvekirinên muwekîla wê ti sûcekê nav xwede nagre û daxwaza berdanê kir.

Heyeta dadgehê piştî biryarekî kurt, bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Aydin birî û biryara paşxistina hikmê hate eşkerekirin, hate dayîn.