Encamnameya 1. Kongreya TAJÊ hate eşkerekirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidxan (TAJÊ) yekemîn kongreya xwe 10’ê Îlonê li bajarokê Xanesor yê Şengalê lidarxistibû, Meclîsa TAJÊ encamnameya kongreyê eşkere kir.

1’emîn Kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzidxan (TAJÊ) li Salona Laleş ya bajarokê Xanesor a Şengalê bi dirûşmeya “Jina Êzidî nasnameya resen û cewherî ya jina Kurd e” bi  beşdarbûna 350 deleqe, nûnerên TAJÊ-Rojava, nûnerên TAJÊ yên ji derveyî welat û gelek nûnerên saziyan hatibû lidarxistin.

Encamnameya kongreyê wiha ye;

Di yekemîn Kongreya TAJÊ de 350 delege ji Kantonên Rojava yê Cîzîrê, Efrînê û Kobanê, Ewropa, Başûrê Kurdistanê û Şengalê beşdar bûn. Jinên Êzîdî Kongre diyarî Rêber Abdullah Ocalan kirin, silav û hezkirinê xwe pêşkêş kirin. Tecrîda girankirî ku kesayetê Rêber Abdullah Ocalan li dijî vîna bi rêxistinkirî ya jinên azad tê meşandin wek tecrîdek li dijî tevahî jinên Êzîdî hate dest girtin û bîryara xurtkirina têkoşînê li ser hîmê mezinkirina rêxistina xwe ya xweser hate dayîn.

Di rojeva kongre de rewşa siyasî û bi taybetî êrişên li dijî jinê û dayîkên laçikspî ku faşîzm hewl dide feraseta xwe yê qirker bi encam bike bi tundî hatin şermezar kirin û rê û rêbazên berxwedanê bi berfirehî hatin gotubêj kirin. Di heman demê de berxwedaniya destanî ya jin û dayîkan li Bakûr û Tirkiyê, li Maxmûr û Başûr, li Efrînê û Rojava û bi taybetî li Şengalê hatin silav kirin. Di Kongre de peyamên endama rêveberiya konseya KCK Sozdar Avesta û ya KJK hatin peşkeş kirin. Di peyaman de xurtkirina mîsyona TAJÊ, xebat û tekoşîna jinên êzîdî ku wek hêviya ji tevahî jinên Rojhilata Navîn û Cihanî hate pênase kirin, derketin pêş. Di Kongre de di şexsê Mam Zekî tevahî cangoriyên 73 Fermanan û Azadiyê bi rêzdarî hatin bibîr anîn û soza xwedîderketinê hate dayîn.

Kongre bi rojevek berfireh bal kişand ser rewşa jinên êzîdî di warê civakî, rêxistinî, bîrdozî, siyasî û aborî de. Hate nirxandin ku di encama xebatên 5 salên piştî fermanê jina êzîdî tevî zor û zehmetiyên mezin kedek û hewldanek bêhempa li ser esasê parastina cewherî, zanebûna cewherî û rêxistinbûyîn bu xwedî vîn. TAJÊ ya ku xwe li ser hîmê avakirina meclîsan û komînan, di heman demê de di hemû beşên jiyanê xwe bi rêxistin dike bu nasnameya jina Êzîdî. Bi mîsyona xwe ya pêşengtiyê bû hêza bawerî û bi armanca avakirina tifaqa navxweyî û navnetewî hemû jinên êzîdî hembêz dike. TAJÊ di demên cûda de 2 konferansên xwe li dar xist û bi yekemîn Kongreya xwe bîryarên girîng stendin. Di encama nirxandina rewşa rêxistinî û pirsgirêkên civakî ku di kesayeta jinê de hemû tundiyan tên ceribandin û ji aliyê hişmendiya desthilatdar a zilamê serdest rewa tê dîtin, bîryar hate stendin ku divê tû jina êzîdî bê rêxistinî û bê parastin nemîne ji lewra jî li dijî pirrjinî, temenê biçûk zewicandin, qelen, kuştin û xwekuştin hwd.wê têkoşîna jina êzîdî were xurt kirin. Hate tespît kirin ku pirsgirêkên civakê li kîjan qadê dibe bila bibe wekhev in. Ji bo hêza çareseriyê xurtkir bê afirandin bîryara guhertin û veguhertinên radîqal di warê bîrdozî, civakî, rêxistinî û siyasî bi rêbazên wek semîner, konferansan, komxebatan, akademiyan hate dayîn. Her wekî din bîryarên girîng di derbarê dîplomasiya jinên êzîdî hatin stendin. Hate gotûbêj kirin ku divê jina êzîdî di qada dîplomasiya navxweyî û navnetewî hemû polîtîkayên qirêj ku li ser hebûna wê tên meşandin deşîfre bike û li gorî vê bi hêza xwe yê cewherî li ser hîmê xwebûna xwe nûnertiya xwe bike. Bi tenê bi jina êzîdî a rêxistinkirî dê xweseriya demokratîk a Şengalê mîsoger bibe. Di berdewama Kongre de bal hate kişandin ku wê jina êzîdî di bin sîwana TAJÊ de ji bo darizandina çeteyên DAİŞê û hevkarên wan di çarçovêya pêkanîna dadgehek navnetewî de, xebatên xwe di warê hiqûqî û dîplomasiyê bimeşîne û li ser hîmê tolrakirina fermanê hesabê bixwaze. Di dawiya Kongrê de hevpeymana TAJÊ û bîryarên girîng bi guhertina amblema TAJÊ hatin stendin û Meclîsek navendî ji hemû qadan a ji 31 jinan pêk tê, hate ava kirin. Kongre bi çoşek mezin bi diruşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedana Şengalê” bi serkeftî bi dawî bu.

Biryarên hatin standin

Bîryarên ku di çarçovêya pêngava 'Tu jî ji bo guhertin û azadiyê rabe ser piyan' hatin stendin wiha ne

Bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xebatên cûrbicûr yên akademî, rêxistinî, civakî, aborî, parastinê, siyasî werin berfireh kirin û ji bo şikandina tecrîtê tekoşîna radîqal were pêş xistin.

Da ku civaka Ezîdî bi pêşengtiya jinê bibe civakek exlaq û polîtîk û xweseriya demokratîk a Şengalê mîsoger bibe, mezinkirina rêxistina TAJÊ li ser hîmê avakirina meclîsan û komînan were esas girtin.

Ji bo rizgar kirina Şengalê ji her çar parçêyê Kurdistanê hevalên ku hatin, têkoşîn kirin û şehît ketin di şexsê heval Armanç Merdîn, Gulçîn Rojhilat û Evîn Dêrîk wek sembola bi rihê fedaîtî lî çanda koka xweyî kevnar xwedî derketin bê qebûl kirin.

Li hember fermana ku li ser jin û civaka Êzîdî pêk hat di şexsê sê hevalan  Bêrîvan, Arîn, Nazê, Lava wek sembola berxwedanvana jinên Êzîdî bên qebûl kirin.

Li dijî tundiya jinê mîna pirrjinî, temenê biçûk zewicandin, qelen, kuştin, xwekuştin guhertina hişmendiya desthilatdariya zilam a serdest bi bilindkirina têkoşînê were ava kirin.

Xebatên dîplomasiyê li ser hîmê avakirina eniya hevbeş a berxwedanê bi jinên rojhilata navîn û kêmnetewan mîna ereb, şîa, xiristiyan, asûrî, kakaî, zerdeştî, yarisan û hwd.werin xurt kirin

Ji bo fermana 73'emîn fermî wek qirkirina jinê were qebûl kirin û 3'yê Tebaxê bibe roja navnetewî ya li dijî qirkirina jinan xebatên heyî di warê dîplomasiyê û hûqûqî de werin xurttir kirin.

Doza ku li hemberî hikûmetan mîna yê Almanyayê ji ber bêdengiya li hemberî hemwelatiyên wan ên çeteyên DAIŞ'ê hatin vekirin xurttir werin şopandin û meşandin. Girêdayî vê da ku çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wan di çarçovêya dadgehek navnetewî bên darizandin bi mîsyona pêşengtî xebatên wê xurttir bên meşandin û hesabên fermanan were pirsîn.

Li dijî siyaseta penabertî xurtkirina xebatên vegera welat bi rihê sefeberiyê derbasî meriyetê bibe.

Da ku jina Êzîdî xwe bigihîne nasnameya xwe ya aborîzana heqîqetê ji bo pêşxistina aboriya komînal xebatên mîna kooperatîfan hwd.werin pêş xistin.

Ji bo rizgarkirina tevahî jinên û zarokên dîlgirtî, dîsa ji bo pêşaroja wan ya azad li axa pîroz mîsoger bibe Navendên tedawîkirina trawmayê bên ava kirin û xurttir kirin.

Xebatên zanist û ronakbirî di derbarê jinên pêşeng mîna Zarîfe Ose, Dayê Zêro, Meyan Xatun, Sîtya Nîsra, Stîya Ez, Stîya Neqşa û her wekî din werin destpê kirin û di beşên çand û hûner, ragihandin, civîn û perwerde bên rojev kirin. Berhemên wê wek pirtûk werin çap kirin.

Li dijî polîtîkayên bişaftinê ku ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst li ser jinên ciwan ên Êzîdî bi taybetî li qadên Ewrûpa, li tevahî kampên penaberan mîna li Başûrê Kurdistanê tên meşandin pêngava avakirina rêxistina xweser a jinên ciwan ên Êzîdî were avêtin. Da ku jinên ciwan ên Êzîdî li ser hîmê nirxên xwe yên olî û çandî, bi nasnameya xwe ya jinê û ciwanî bibe xwedî vîna azad xebatên di aliyê siyasî, civakî, parastinê, perwerde, çand û hûner, werzîşî xebat bên xurttir kirin."