'Divê jin ên ciwan hîn bêhtir li pençeşêra çîçikê baldar bin'

Li Enstîtûya Curîe ya Parîsê di daxuyaniyekê de hate gotin li cem jinên ciwan ku ji bo teşhîsa zû ya pençêra çîçikê bihistyarî kêm e, rîska li ser wan zêdetir e.

Di daxuyaniyê de ya ku ji hêla Enstîtûya Curîe ve hatî dayin, ku ev enstîtû li Fransayê xebatan dike, hate gotin  bûyerên pençeşêra çîçika ya bi jinên ciwan re tê dîtin zêde naye ber çavan.

Di daxuyaniyê de hate gotin di roja me ya berdest de ên ku pençêra çîçikê li wan dixe 5 ji 100'ê wan jinên temenê wan bin 40'î ye, her sal hijmara jinên ku temenê wan bin 40'î ye û teşhîsa pençeşêra çîçikê li ser wan tê kirin nêzî 3 hezaran in. Di daxuyaniyê de hate gotin hijmara giştî ya teşhîsan di ser 58 hezarî ye, temenê giştî yê ku mirov bi pençeşêrê dikeve 63 ye û ji ber vê ev ev hijmar girîng e.

LI NAV JINÊN CIWAN BIHISYARÎ KÊMTIR E
Li gorî Curîe Enstîtûyê ji ber sedema ku bihistyariya ji bo teşhîsa zû kêm e, li nav jinên ciwan rêjeya pençeşêra çîçikê zêde ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Pençeşêra çîçikê ya jinên ciwan her çendî realîte be jî, li nav raya giştî bi berfirehî û hem jî li nav xebatkarên sektora tendiristiyê zêde nayê zanîn. Ji ber vê îşaretên pêşî yên derbarê nexweşiyê û mezinbûna derasayî ya organan li cem jinan zêde fikaran çênake''. Di daxuyaniyê de hate gotin bihistyariya li ser teşhîsa zû divê were zêdekirin.