'Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek'

Ji dayikên aştiyê yên li ber avahiya AKP'ê bi êşkenceyê hate destgîrkirin Aysel Tûfan bang li yên li ber avahiya HDP'ê rûniştine kir: "Werin em laçikên xwe yên spî bikin yek û li ber avahiya AKP'ê rûnên."

Li Amedê, berî du rojan dayikên laçik spî, li ber avahiya AKP’ê ya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dayikan pankarta “Dayika aştiyê dixwazin” vekirin. Polîsan avahiya AKP’ê dorpêç kir û nehiştin dayik çalakiyê li dar bixin û xwest wan li mînîbusê siwar bike. Lê dayikan nexwestin li mînîbusê siwar bibe. Ji dayikên xwestin çalakiyê li dar bixin 3 dayik ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin û li erdê re hatin kaşkirin. Her wiha rojnamevanên ku xwestin çalakiya rûniştinê ya dayîkan bişopînin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Ji dayikên laçik spî yên berî du rojan li ber avahiya AKP’a Amedê bi êşkenceyê hatibûn destgîrkirin Aysel Tûfan, der barê rûnîştina li ber avahiya AKP’ê de axivî û bang li tevahiya dayikan kir: “Dayikên laçik spî, dayikên li ber avahiya HDP’ê rûdinin û Dayikên Şemiyê, heman dayik in. Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek û li ber avahiya AKP’ê rûnin.”

‘EM Ê LINGÊ WE BIŞKÎNIN’
 
Tûfan da zanîn ku berî du rojan ji bo aştiyê çûn li ber avahiya AKP’ê û wiha axivî: “Em weke 11 dayikên laçik spî berî du rojan çûn li ber derê avahiya AKP’ê û li wir ji bo aştiyê me xwest em rûnin. Çawa ku em gihan li ber derê avahiyê, polîsan dor li me girtin û êrîşî me kirin. Polîsan bi kaşkirinê em destgîr kirin. Polîsan li ber avahiyê û di hundirê maşîneyê de êşkence li me kirin. Çêr li me kirin, me şerm kir. Lê wan şerm nekir. Em jî zarokên xwe girtî û zarokên xwe yên winda dixwazin. Polîsan bi awayek hovane êrîş me kirin û em destgîr kirin. Em di erdê re kaş kirin û destê me kelepçeyên pilastîk kirin. Li gel ku polîsan li me dayikan xistin jî gef li me xwarin û gotin, ‘hûn lingê xwe dirêj diavêjin, em ê wan lingên we bişkînin’. Bila her kes baş bizane em ji van gefên polîsên Erdogan natirsin.”

‘WERIN EM BI HEV RE RÛNÊN’

Tûfan diyar kir ku Serokkomar Erdogan bi rêya telefonê li dayikên li ber derê HDP’ê rûdinin pîroz dike û li aliyê din jî dayikên aştiyê dixwaze li ber derê avahiya wan rûnên, lê êşkence dike. Tûfan bang li dayikan kir û got: “Bila malbatên li ber avahiya HDP’ê werin em bi hev re li ber AKP’ê rûnên. Em naxwazin kes were kuştinê. Em aştiyê dixwazin. Em îradeya xwe dixwazin. Em jî dayik in û dilê me disoje. Erdogan û Soylu rûndikê sûsamar dirêje û êşa dilê dayikan ji bo xwe bikartîne. Ey Erdogan, em hatin li ber avahiya te û em bûn mêhvanê te. Lê li dewsa tu guhdarî me bikî te bi polîsên xwe êrîşî me kir û te em di erdê re kaş kirin. Kesê agirê şer gur dike AKP ye, HDP herdemê ji bo aştî û aramiyê têdikoşe. Bila dayikên li ber HDP’ê werin destê xwe bidin me û em bi hev re li ber dêrê AKP’ê rûnin.”