'Penaberî qirkirina jinê ye'

Li Mêrsînê bi banga HDP'ê û TJA'yê 7'ê Îlonê li ser pirsgirêka jinên penaber civînek hate kirin. Di encamnameya civînê de hate gotin, penaberî 'qirkirina jinê ye''.

Di civînê de bi banga HDP'ê û TJA'yê saziyên jinan, nûnerên partiyan, şahidên penaberiyê, Rêxistinên Civaka Sivîl û ji derdor û dînamîkên cuda kes hazir bûn.

Kesên ku tevlê civînê bûn:  Navenda Piştevaniya Jinê ya Şaredariya Seyhanê, Seroka Baskên Jinan a Mêrsînê ya CHP'ê û rêveberiya wê, Komeleya Jinan a Maya, Şahidên Penaber, Egîtîm Sen, Berdevka Komîsyona Penaberan a Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, DÎK, Hevserokê Bajêr a HDP'ê ya Mêrsînê, Hevseroka Bajêr a HDP'ê ya Edene, Meclîsa Jinan a HDP'ê, DAD, TJA, Mêrsîn ÎHD, parêzerên Baroya Edene, Platforma Jinan a Mêrsînê, Cemevî ya Mêrrsînê.

TJA'yê diyar kir ev civîn wê li bajarên din jî were çêkirin û biryar li ser hate dayin ku bixe Komxebat. Di encamnameyê de hate gotin, ''Bi têkoşîna aştiyê ya bi navenda jinê mirov dikare dawî li penaberiyê bîne.''

Di encamnameyê de hate gotin, ''Penaber li welatê ku xwe lê girtine divê bi welatiyan re xwedî eynî derfetan bin û girîng e ku di pêvajoya perwerdehiyê de ji bo problemên wan çareserî were dîtin û her wiha hewce ye jî. Xwe gihandina derfetên perwerdehiyê, ji bo avakirna jiyana xwe û dahatuya xwe girîng e. Ji bo Sûriyeyian ku ji şer derketine û koç kirine bi lezginî hewceyî bi destekeke wiha hene.''

PROBLEMA ZIMÊN
Di encamnameyê de her wiha pirsgirêka zimên a penaberan hate destnîşankirin û hate gotin, ''Problema zimên, nexasim jinan ci civakê îzole dike û wan tenê dihêle. Dike ku ew û civak bi hev ne ewle bin. Tundiya zayendî û êşkenceyê zêdetir dibînin. Nasnameya wan tê kêmkirin, nikarin hêvîdar bin û baweriya xwe biparêzin, di nav nediyariyê de dijîn. Li ser wan rant dikare were geşkirin.''

DEMA AKP'Ê ÎSTÎSMAREKE ZÊDE HEYE

Di danezanê de polîtîkayên AKP-MHP'ê hate bibîrxistin û hate goitn, ''Li Tirkiyê penaberî di serdema desthilata AKP-MHP'ê bûye îstismareke mezin. Di hevdîtinan de yên bi YE'yê re bûye mijara bazarê. Ji ber sedema avakirina dîwarê ewlehiyê yê Ewropayê bûye siyasî û mijara rantê.''

PENABERÎ QIRKIRINA JINÊ YE

Herî dawî hate gotin encamên ku ji ber penaberiyê derketin holê bi beşeke zêde bandorê li ser jinan dike û hate gotin, ''Ji ber vê sedemê penaberî qirkirina jinê ye. Jin nayê dîtin û li qada camewerî ked û nasnameya wê tine. Bedena jinê mijara nîqaş û mêtingeriyê ye. Hemû jin ji hêla potansîyel ve weke penaber, di nav sînorên malbat, civak û dewletê de têne dîtin. Bi vê çarçoweyê gelên ku ne xwedî dewlet in penaber jî nayên hesêbê. Ên ku li ser rêya koçkirinê dimirin mîna komkujiyê nayê qebûlkirin. ''

Di encamnameyê de hate gotin, ''Cîhan ne cihê dagirkirinê ye, cihê me hemû ye ku em lê bistrin, têr bibin. Bi dijberiya şer û têkoşîna azadiyê mirov dikare dawî li şer bîne û bi têkoşîna aştiyê ya bi navenda jinê mirov dikare dawî li penaberiyê bîne.''