Polîsan êrîş bire ser çalakiya jinan a Enqerê: 3 jin hatin destgîkirin

Polîsan êrîş bire ser çalakiya jinan a Tora Parastina Jinan a ku xwestin bi pankarta ‘Em dixwazin bijîn’ vekin. Polîsan 3 jin destgîrkirin.

Li Enqerê piştî qetilkirina jineke ku ji aliyê mêrekê ve li navçeya Madimakê û şûnde Tora Parastina Jinan bi pankarta ‘Em dixwazin bijî’ xwestin li Qada Tûzlûçayirê daxuyaniyek bidin çapemeniyê. Polîsên ku qad dorpêç kirin, bi hinceta qedexeya walîtiyê rê nedan ku jin bikevin qadê.

Li ser nerazîbûna ji jinan Aysûn Gençtanri ya nîşanî polîsan da got: “Jin li kolanan tên qetilkirin. Em dixwazin mafên me yên hiqûqî bikar bînin. Em dixwazin xwe li vir îfade bikin. Hûn kujeran astengnakin. Êrîşî jinan dikin. Di nava du rojan de li Enqerê 2 jin hatin qetilkirin. Serî hildidin. Em ê bi domdarî dengê xwe bilind bikin. Hûn qatilê jinan diparêzin. Jin ji bo bijîn wê têkoşîna xwe bidomînin.”

Di dema axaftinê de jinên ku pankarta ‘Em dixwazin bijîn’ vekirin, polîsan êrîşî wan kir û pankart çirand. Aysûn Gençtanri hate derbkirin û ji piştve destê wê hate kelepçekirin, Bûse Uçer û Meziyet Yildiz ên nerazîbûn nîşandan jî hatin destgîrkirin.

Jinên ku hatin destgîrkirin di wesayîtê de jî li wan dan.