Lêpirsîn li meşa ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’ hate vekirin

Meclîsa Jinan a HDP’ê bi slogana ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’ li Wanê meşek li dar xistibû. Lêpirsîn li ser vê meşê hate vekirin û ji bo dayîna îfadeyê bangî gelek siyasetmedaran hate kirin.

Êrîşên AKP û MHP’ê yên li ser HDP’ê didome. Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî desteserkirina bi destê qeyyûman bi şîara ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’ di 3’ê Îlonê de li Parka Dabbaoglû ya Wanê meşek li dar xistibû. Polîsan ev meş asteng kiribûn.

Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê li ser vê meşê lêpirsîn hate destpêkirin.

Lêpirsîn li Hevşaredara bajarê mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan a ku peywira wê hate desteserkirin, Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn, Hevşaredara Tûşbayê Ayşe Mînaz ku a ji ber KHK’yî ye mazbataya wê nehatibû dayîn. Hevşaredara Rêya Hevrîşimê Cazîye Dûman, Hevşaredara Colemêrgê Seher Kadîroglû Ataş a ku ji ber KHK’yî ye mazbataya wê nehatibû dayîn û li Hevseroka Bajêr a Wanê ya HDP’ê Yadîşen Karabûlak hate vekirin û ev kes ji bo dayîna îfadeyî bangî emniyetê hatin kirin.