Besta Firat: Bê berxwedanî azadî çênabe

Endama Konseya Rêvebir a KCK’ê Besta Firat beşdarê bernameya Rojeva Jin ya  Stêrk TV bû û bersiv da pirsên rojnamevan Gulan Avrêl.

Polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocalan didome. Di rastiyê de ev polîtîkayên tecrîdê çiye?

Ji bo ku mirov polîtîkayên tecrîdê ya li ser Serokatî fêm bike pêwîste mirov bizanibe ji bo çi Serokatî hatiye girtin. Niha li Kurdistanê sedan sal in li ser gelê Kurd qirkirinekê çandî, nasnameyî, dizikî û yê hebûnê heye.  Rêber APO li hember vê qirkirinê gelê Kurd yê rêxistin kirî, bîrewer, hebûna xwe di parêze, dixwaze hebe, hebûna xwe da diyar kirin. Li ser vê esasê jî li ber xwe da. Jina Kurd a ku bi hebûna xwe hesiya û dîroka xwe hesiya derxist holê û bi rêxistin kir. Jineke Kurd ya berxwedêr heye. Bi vê ve girêdayî tevahî neteweyên cuda yên li Kurdistanê dijîn rabûn û berxwedaniya gelê Kurd, ew jî ji bo parastina xwe rabûn ser piyan û bi vîna xwe xwe tevlê dikin. Niha berxwedaniyek gelek mezin hatiye pêşxistin. Ji bo wê Serokatî girtin û xistin îmraliyê de. Siyaseta tecrîdê jî girêdayî vê ye. Ji bo wê tecrîd tenê ne li ser Serokatî ye, di şexsê Serokatî de li ser tevahî gelê Kurd, jina Kurd e û li ser civaka Kurdistanî, ya Rojhilata Navîn hemûyan e. Li ser mirovahiya ku dixwaze azad bijî, demokratîk bijî, tecrîd li ser tevahiyan e. Tecrîda li ser Serokatî didin meşandin şerê taybet ya li hember tevahî gelê Kurd didin meşandin. Heman demê de dixwazin şerekê taybet li hember Serokatî, şoreşgerên Kurd, gelê Kurd û li hember yên ku berxwe didin tê meşandin. Beşkî şerê taybet yê faşîzma dewleta Tirk e. Bi taybetî jî îttîfaqa faşîzan e ya AKP-MHP vî şerê taybet pir bê sînor bi kar tîne. Ji bo wê jî li Îmraliyê berxwedaniyek pir mezin heye. Li hember qirkirina civakî, siyasî,  çandî û fizikî ya li hember gelê Kurd tê meşandin. Bist sal in komployek pir mezin li hember Serokatî tê meşandin. Esas şerê aniha li hember gelê Kurd li Îmraliyê tê meşandin. Berxwedaniya herî mezin jî li Îmraliyê ye. Berxwedaniya li Îmraliyê tê meşandin jî beşên wê hene. Yek berxwedaniya zihnî ye. Serokatî di hêla zihnî de berxwedaniyek mezin dike, pêşveçûnekê gelek mezin dijî. 21 sal in vê berxwedaniyê dimeşîne. Di hêla paradîgma de, birdozî, siyasî de û hwd.berxwedaniyek zihnî dimeşîne. Ji derveyê vê jî berxwedaniyek pir mezin yê ruhî jî heye. 21 sal in li cihekî weke Îmraliyê tu kes nikare tê de bijî, Serokatî di hêla ruhî de pir zindî, bi coş, bi hêvî ye. Heman demê de Serokatî di hêla bedenî de jî li hember pergala Îmraliyê di nava berxwedaniyek bêhempa de ye. Rêber Apo li hember aqlê civakê yê ku dewlet li ser wan ferz dike berxwedaniyek pir mezin di berê de jî û niha jî dide meşandin. Li hember hişmendiyê zayendperest, netewperest, olperest û netew dewlet berxwedanî û têkoşînek pir mezin de ye. Berxwedaniya Serokatî dimeşîne berxwedaniyekê ne ji rêzê ye. Berxwedaniyekê zihnî ye. Ji bo wê Serokatî gava yek gotinê, silavek ji bo civakê dibêje ev yek hêz, bawerî, vîn û coşek mezin di civakê de ava dike. Serokatî li hember tevahî êrişan di hêla zihnî, ruhî û bedenî de  bi xwe re nubûyînan ava dike. Siyaseta tecrîdê ji bo pêşiya vê berxwedaniyê û têkoşînê bigre bi awayekê gelek plan kirî tê meşandin. Hêzên hegemonîk, aqlê zilamê mêtinger û pergala wê li hember fikir û sekna azad yê Serokatî tirsek gelek mezin dijîn. Li hember berxwedaniya gelê Kurd jî ditirsin. Her berxwedaniya ku faşîzm jê ditirsê dixwaze wê tune bike û pêşiya wê bigre. Ji ber wê ji Serokatî ditirsin. Tirsa wan ji têkbûyîna xwe diçin. Ji ber vê yekê jî her tiştê ji bo xwe mubah dibînin û dikin. Ji bo wê jî tecrîd jî şerê taybet e û hevdîtinên ku pêk tînin jî bi armanca şerê taybet pêktînin.

Di heremê de geşedan û rûdanên gelek kûr hene, ev her diçe berfireh jî dibe. mirov dikare bibêje çavkaniya van geşedan û rûdanên tê jiyîn çavkaniya xwe ji tecrîda li Îmraliyê  digre?

Bêguman Kurdistan navenda şerê ku tê meşandin e. Beşekî wê Bakurê Kurdistanê, rewşa Tirkiyê meyze bikin desthilatdariya Tirkiyê ya niha rejimekê faşîzmê ye, ya pêşengtiya wê jî dike hikûmeta AKP-MHP û Ergenekon e,  bi hevre îttifaq kirine. Faşîzmê pêş dixin û di Rojihata Navîn de siyasetekê belavbûyînê û Osmanliyê nû li ser esasê netewperestiyê nûjen bike. Di Rojhilatê Navîn de jî ji ber şer heye, aramî nîne, îstîqrarek û pêşteçûyînek nîne ji bo wê jî dixwaze ji vê yekê sûd bigre. Ev siyaset bi salan e dide meşandin lê îflas kir. Li Libyayê, Suriyê û Îdlibê îflas kir. Siyaseta qirkirinê ya ku di her çar perçeyê Kurdistanê de dimeşîne îflas kir. Di hêla aborî, siyasî ya navnetewî de jî, hiqûqî de û civakê de jî îflas kir. Di nava xwe de dihilweşe. Di her qadê de şer dabû destpêkirin û li hember, jin, ciwan, demokratxwazan, rewşenbîr, çepgir û tevahî civakê. Di hilbijartinên 31 Adarê de, 23 Hezîranê de bi berxwedaniya civakê re rastiya xwe ya binketinê dit. Vê carê jî kete nava şêwazê tolgirtinê de. Ji bo wê li Bakurê Kurdistanê  êrişê vîna gelê Kurd kir. Êrişê şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê kir û îradeya gelê Kurd qesb kir. Tecrîda li Îmraliyê tê meşandin ji vê yekê ne qut e. Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê, Rojhilatê Sûriyê li hember wan jî êrişê dagirkirinê heye. Li wir tu xeteriyek li ser dewleta Tirk nîne. Kurd dixwaze pêşeroja xwe diyar bike û tevahî netew, bawerî jî di nava hev de bi awayekê demokratîk bijîn. Ji ber vê yekê jî êrişê îradeya tevahî gelan dike. Mirov nikare van êrişan ji tecrîdê qut bibîne. Rêber APO Serokê gelê Kurd e, êrişê li hember yek kesê jî were kirin, li hember Serokatî tê meşandin. Car din li Başûrê Kurdistanê û Iraqê  dagirkeriyek li hember îradeya gelê Kurd tê meşandin. Dagirkeriyeke li hember îradeya siyasî ya Başûrê Kurdistanê tê meşandin. îradeya gelê Hewlerê û yê Amedê tu ferqa xwe nîne. Encamên vê hemû tecrîda li ser Rêber APO ve girêdayî ye. Tevahî gelê Kurd, gerîla em di nava berxwedaniyê de ne. Di her qadê de gerîla, di qadê civakî de jî gelê me di berxwedaniyê de ne. Pêwîste ev berxwedanî zêdetir mezin bibe ji ber ku berxwedaniya Rêber APO pir mezin e. Berxwedaniya me ya gelê Kurd jî li gor vê yekê be. Di hêla zihnî de, civakî de, ruhî de û fikrî de mezin be.

Tekoşîn û berxwedaniya civakê ya demokrasiyê pêwîst e di kîjan astê de be û her wiha mirov dikare bibêje asta berxwedaniya civakê asta êrişên faşîzane dide diyarkirin?

Di hêla zihnî de pêwîste ev têgihiştin çê bibe ger ku heya roja me ya îro gelê Kurd hebûna xwe parastine bi vê berxwedaniyê ve girêdayî ye. Rêber APO got; “hebûna xwe biparêzin û azadiya bi destbêxin.” Mijara herê girîng jî hebûn e, pêwîste her kes vê yekê baş bizanibe bê berxwedanî azadî çê nabe. Demên derbasbûyî de jî ev rastî derket holê. Tenê mirov di axiftinê de bi bêje têrê nake, pêwîst e ev yek bikeve meriyetê jî. Berxwedaniyek heye lê qandî ku tê xwastin nîne. Pêwîst e çalakiyên civakê yên girseyî pêk were. Çalakî li Amedê, Wan, Mêrdinê pêk tê ev yek ba şe. Civak bi xwe hêzek gelek mezin e. Tu hêz, artêş, tang û top nikare li hember hêza civakê raweste. Civak dikare vê rejîma faşîst têk bibe. Bi rastî jî ev îttîfaqa faşîzane tu rawabûyîna wê ne maye. Tevahî çalakiyên demokratîk û medenî rewane, pêwîste tevahî Kurdistan, Tirkiyê van çalakiyên xwe girsetir bikin. Zemîneke pir mezin di nava civaka Tirkiyê de heye,  ku demokratbûyîna Tirkiyê dixwazin. Li hember van êrişên faşîzane nerazîbûyînek heye pêwîst e ev nerazîbûyîn derbasê çalakiyan bibe. Ew dirûşmeya ku civak dibêje; “em natirsin, serê xwe natewînin û îtaet nakin” gelek girîng e, ev şêwazê berxwedaniyê ye. Pêwîste civak nava xwe de îttîfaqek ava bikin, xwe li hember ev faşîzmê rêxistin bike. Bêguman ev desthilatdariya heyî jî bi tevahî rê, rêbaz û şerê xwe yê taybet re dixwaze xwe bi parêze û xwe li ser desthilatdariyê bi hêle. Lê ji hêza civakê ne mezintir e.

We  bal kişande ser şerê taybet û polîtîkayên şer. Bêguman yên ku herê zêde ev şer li ser tê meşandin bandorê li wan dike, jin in. Tevgera jinan pêngava bi navê; “ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piya” dane destpêkirin. Sedema ku ev pêngav naveguhere berxwedaniyeke civakî çî ye?

Her roj jin têne kuştin, ev mijar xistine rojevê, ji xwe pergal bi aqlê xwe û hişmendiyê xwe vê yekê dike. Di her qadê de jin têne kuştin, qirkirin, ev qeyumên ku hatin avetin jî şerekê li hember îradeya jinê ye. Erdogan dibêje ez dijî kuştina Emîne Bulut um, wîjdana min êşiya, ev yek hemû derew in. Ew bi xwe pergala kuştin, tundîtiya li ser jinê ava dike. Hişmendî û pergala wê desturê dide vê yekê. Pergalên zilamsalarî bi xwe vê yekê ava dikin. Sîstemeke ku xwe li ser xwîna jinan dida avakirin. Pêwîste jin û jinên Kurd vê yekê baş bizanibin. Pêngava jinên Kurd dane destpêkirin pêwîste guhertin û veguhertinê bide avakirin. Hêza jinê gelek berz e, ji bo wê jî pêwîste li hember xwe bi awayekî  gelek bawer rêxistiniya xwe ava bikin. Hêza jinê ya berxwedaniyê dikare tevahî civakê bêxe nava çalakiyê de. Hêza jinan bi hemû beşa xwe ve derneketiye dewrê , ger ku vê yekê ava bikin wê tu tişt nikaribe xwe li hember wan bigre. Pêwîst e jin baweriya xwe xwe bîne û bibêje ez ê rabim têbikoşim, gelek jin hene tiştên ku tê kirin û meşandin weke qederê dibîne. Na tu tiştek qeder nîne, di qedera te de kuştina te, şewitandina te, destdirêjiyê li te kirin ne qeder e. Nava jinên xwe rêxistinkirî de, hevgirtinek û yekitiyek heye.

Civakek gelek zayendperest hatiye çêkirin, pêwîste ev zayendperestî çawa azad bibe?  

Aqil û hişmendiyê pênc hezar sal in dimeşe tiştekê kêm nîne. Pêwîste li hember vê yekê têkoşîn û berxwedaniyên bi şêwazên cuda were  pêşxistin. Yek ji van beşan jî perwerde û zanistî ye. Heya ku jin bi xwe xwe nasneke û pergalê nasneke wê nikaribe berxwedanî jî bi meşîne. Pêwîste aqlê zilamê zayendperestiyê baş were naskirin da ku li hember vê yekê berxwedanî û têkoşînên encamgir were destgirtin. Hem xwe bîrewer bike, perwerde bike, hem jî zilam perwerde bike. Ji bo wê têkoşînekê curbecur lazim e. Şerekî yê zayend pêwîstî dike. Weke jin pêwîst e hem xwe rêxistin bike, perwerde bike, bîrewer bike, hem jî zilaman rêxistinî bike û bîrewer. Pêwîste zilam jî were perwerde kirin. Têkoşînek birdozî, siyasî û çalakiyên demokratîk pêwîst dike. Weke jin me di dîroka xwe de ev rastî dît ku jin hêza guhertin û veguhertinê ne.