Taşdemîr: Hevserokatî îdeala me ya azadiyê vedibêje

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr got, ''Dema ku em dibêjin, 'hevserokatî xeta me ya xemrî ye' em dibêjin em dev ji îdeala xwe ya azadiyê, ji têkoşîna xwe ya guherîna civakî û jinê naqerin.''

Piştî desteserkirina şaredariyên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê pergala hevseroktiyê bû hedef. 

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr li ser pergala hevseroktiyê got, ''Ji bo me hevseroktî tenê nayê wê maneyê ku jin li şarederiyan, li rêveberiya xwecih hevparê deshtilatê bin. Ya ku em têkoşîna wê didin, ne tenê hevpariya li desthilatê, bi giştî veguherandina qadan e'' û domand, ''Hevseroktî bi maneyeke dîrokî ye ku li dijî hişmendiya zilamê serwer qadên berxwedanê ava dike, li ser kirasên ku li jinan kirin, li derveyî sînorên ku hatine danîn pêşengiyê dike.''

'JIN CIVAKÊ JÎ JI REWŞA GIRTÎBÛNÊ RIZGAR DIKIN'

Taşdemîr her wiha got, ''Nexsim piştî ku tevgera jina Kurd û tevgera femînîst dest li van qadan da, mudaheleyî van qadan kir ne tenê jin azad kirin, her wiha civak jî ji wê rewşa girtîbûnê rizgar kir. Kir ku civak biguhere, bide ber pirsan, li van qadan bi rengê û dengê xwe hebe. Tevlêbûna jinan a li siyaseta xwecih her wiha kir rêjeya tundiyê ya li ser jinan jî danî holê, tevna hevgirtinê ya di nav jinan de danîn, saziyên jinan xurt kir.''

Li ser êrîşên rayedarên dewleta Tirk ên li ser pergala hevseroktiyê Taşdemîr got, ''Dibêjin hevseroktî serhildanek e...Helbet, li dijî vê siyaseta nêr jin wê serî rakin.''

'JIN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DIQAQIBIN'

Taşdemîr bal kişande ser tundiya li ser jinan û got, tundiya li ser jinan her demê hebûye, lê dema desthilata  AKP'ê pir zêdetir bûye û got, ''Tundiya li ser jinê her demê hebûye. Lê dema AKP'ê hatiye asteke wiha ku bi rêbazên DAÎŞ'ê, bi serjêkirinê, li ber çavê her kesî, li kuçeyan ev tundî bi rengekî hovane were kirin. Jinan qir dikin.  Ji hêla polîtîk ve, di derhiş de siyaset jî destekê dide vê. AKP'yeke wiha li pêşberî me ye ku hemû jin kirine hedefa xwe.

Helbet li vir berê xwe dide cihên berxwedanê jî. Digire, destgîr dike, ceza dike, sirgûnî dike, dikuje lê têkoşîna jinê bi rengekî dîsa berxwedaniya xwe ava dike, hildiberîne û bi rengê xwe yê siyasetê li dijî faşîzmê diqadibe. Di demên wiha de ku dengê faşîzmê herî pir gur bûye, dîsa yên ku herî pir me dengê wan bihistî û muxalefet kirin jin in. Ji ber vê vê ji bo xwe mîna gefxwarinekê dibîne. Ji ber vê, çi tiştê ku berxwedanê têr dikin hebin hewl didin ku wan tine bikin.''

'HEVSEROKATÎ XETA ME YA XEMRÎ YE'

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr herî dawî got, ''Dema ku em dibêjin, 'hevseroktî xeta me ya xemrî ye' em dibêjin em dev ji îdeala xwe ya azadiyê, ji têkoşîna xwe ya guherîna civakî û jinê naqerin; her çendî bi êrîşan, bi zextê, bi tinekirinê bixwazin bibêjin ku wê mudahele bikin jî. Heke desthilat mîna serhildanekê bibînin û berê xwe bidin hevseroktiyê ev nîşan dide ku em li ser rêya rast in. Ev hemû mekanîzma ji bo me jî hinceta azadiyê û sedema hebûna me ne. Ji ber vê em jin li dijî van hemû zextan tûj in  û xwedî îdîa ne, hevseroktî xeta me ya xemrî ye. Em biryardar in ku têkoşîna vê bidin.''