Amed: Em dev ji hevseroktiyê naqerin

Yek ji rêvebera KCK'ê Koçerîn Amed got dikarin li ser gelek mijaran bi paş ve gav bavêjin, li gorî demê hin tişt dikarin biguherin lê ji pergala hevseroktiyê nayên xwarê û bi paş ve gav navêjin.

Yek ji rêvebera KCK'ê Koçerîn Amed li ser dagirkeriya qeyûm a li ser sê şaredariyên Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdîn, got, divê mirov vê bi çarçoweya siyaseta qirkirinê bibîne û domand, ''Li dijî van êrîşan berxwedan mafê me yê sereke ye. Weke hemû zindiyan divê em jî tişta ku ya me ye berevaniyê lê bikin. Ev yasayeke gerdûnî ye. Em hemû jinê divê ji her demê bêhtir li dîroka xwe, xaka xwe, vîna xwe, destkeftiyên xwe û mewziyên xwe xwedî derkevin.''

Amed got rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ti rewatiya wê nemaye, bi amûrên zorê û êrîşkariyê hewl dide ku temenê xwe dirêj bike, ev desthilata faşîst li dijî gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û azadiya jinê polîtîkaya qirkirinê bi kîn û nefretê didomîne û dagirkeriya qeyûm a 19'ê Tebaxê jî bi vê çarçoweyê ye. Amed got heke tifaqa AKP-MHP'ê bi ser biketa li dijî şaredariyên gel wê ev çend çavsorî nekira, greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi bîr xist, got bi vê ji bêgavî hiştin ku piştî 8 salan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re parêzer hev bibînin, encamên hilbijartina 31'ê Adarê bi bîr xist, got bi stratejiya hilbijarinê serkeftineke mezin hatiye bidestxist û her wiha jî derba giran a 23'ê Hezîranê ya li Stenbolê bi bîr xist û got, ''Ji ber vê, darbeya 19'ê Tebaxê ji ber encama wê hêrsê ye ku polîtîkayên qirker ên ku ev 17 sal in li ser civaka Kurd û Tevgera Azadiyê bi ser neketine. Bi hêrsa têkçûna giran êrîşê dibe ser gelê Kurd, hemû nirx û destkeftiyên wê.

Amed bi berdewamî bal kişande ser giringiyên Amed, Wan û Mêrdînê û got, ''Amed navend û dilê Kurdistanê ye. Dixwazin dagir bikin, bikin mîna qereqolê, radest bigirin. Dizanin; heta ku Amedê teslîm negirin, nikarin li Kurdistanê karîger bin û berê xwe bidin Rojava.

Mêrdîn keleha welatparêziyê, heta ku vê kelehê hilneweşînin nikarin ti destkefiya Kurdan tasfiye bikin.

Wan damarekî esîl ê berxwedanê ye ku hemû xweşikiya Kurdistanê bi xwe re dicivîne û ji kûrahiya dîrokê tê, heta ku vî damarî qut neke nikare têkoşînê rawestîne.''

Divê mirov an hemû rûdanan bi çarçoweya êrîşên qirkirinê bibîne.''

Amed li ser pirsa divê çi were kirin, got, ''Li dijî van êrîşan li xwe xwedîderketin û berxwedan mafê me yê sereke ye. Weke hemû zindiyan divê em jî  ji bo tişta ku ya me ye biparêzin li ber xwe bidin. Ev qanûna gerdûnê ye. Weke ku dayikan di stranan de gotî şaredarî malên Kurdan in. Bi ked û hewldana Kurdan e, beremberiya têkoşîna wan e. Em jî bi çarçoweya xwedîderketina li jiyana xwe ya civakî û li hebûnê dibînin. Ev ne tenê meseleyeke siyasetê ya nav pergalê ye. Berevanîlêkirina nirxên heta niha, berpirsa me Tevgera Jina Kurd e jî. Hêza garantor a vê têkoşînê jin in. Bi vê çarçoweyê, dema wê ye ku em jin li dîrok, xak, vîn, destkeftiyên xwe, li mewziyên xwe ji her demê zêdetir xwedî derkevin.''

Koçerîn Amed li ser yek ji hinceta qeyûm pergala hevseroktiyê got, ''Pergala hevseroktiyê 'xeta me ya xemrî ye''. Em bi vê bi temamî bi ser nakevin lê ji bo ku em bi ser bikevin em dizanin ku hebûna jinê di qada siyasî de hewcehiyek e. Ji ber vê jî jin divê xwe perwerde bikin, bîrewer bikin, xurt bikin û bi rengê xwe siyasetê bikin.''

Amed bi berdewamî gotina ''Hevseroktî xeta me ya xemrî ye'' ya jinên Amedê bi bîr xist û got, ''Ev pir di cih de ye. Dibe ku mirov ji bo gelek tiştan bi paş ve gav bavêje, hin tişt li gorî demê dikarin biguherin lê ji pergala hevseroktiyê em nikarin bi paş ve gav bavêjin. Ji bo yên ku siyasetê tenê weke amûra desthilatê dibînin dibe ku tiştekî venabêje lê ji ob me, siyaset ne qada desthilatdariyê lê qada azadbûnê ye. Ji ber vê jî ev qad ji bo me jêneger e.

Li ser êrîşên tifaqa AKP-MHP'ê ya li ser pergala hevseroktiyê yek ji rêvebera KCK'ê Koçerîn Amed got, ''Dema ku êrîşê tînin ser pergala hevseroktiyê, di ser jinê re, di ser temsîla re ya li nav siyasetê, êrîşê dibine ser lêgerîna li demokratîkbûn, polîtîkbûn, azadbûn û xwebûnê.''

Têkilî berxwedana li dijî qeyûman ku jin tim li pêş in Amed got, ''Bi rastî jî jin bi dirûşma ''jin tên, waliyên mêtinger wê birevin'' li her deverê li ber xwe didin, çalak in. Ev têkoşîneke mezin e û helwesta bi baweriya serkeftina teqez e. Li bara vê helwest û vînê dawiya jê nerevîn xuya dike, faşîzm wê têk biçe û jin wê bi ser bikevin.''

Amed bal kişande ser wê ku dewleta Tirk hemû hêza xwe ya leşkerî li Kurdistanê bi cih kiriye, dema ku dayikek jî derdikeve holê bi sedan polîs bi ser de diçin û got, ''Îro berxwedaniyek helwestek heye lê em nikarin bibêjin têrkar e. Îro li Kurdistanê û Tirkiyê gelek sedem hene ku mirov rabe ser piyan û berxwedanê geş bike. Ne tenê li dora şaredariyan, polîtîkayên zilamserwer ên dewleta Tirk li hemû qadên jiyanê bi astê ne ku mirov divê serî hilde. Rasteqîniyek jina ku helwesta xwe nîşan didn heye lê divê ev li hemû civakê were berbelavkirin. Ji hemû derdoran jin divê di nav bê berxwedanê de bin. Dema ku mijar Kurdistan be divê jin tim bi pozîsyona serhildanê be, tim rêxistinî be û hemû tişta kirî, bike civakî.''

Li ser têkiliya êrîşan û pêngava ''ji bo guherînê û azadiyê tu jî rabe ser piyan' Koçerîn Amed got, ''Pêngav 19'ê Tîrmehê hate destpêkirin. Bi taybet di serî de li ser mijara jinê, têkilî hemû pirsgirêkên civakî bernameyek diyar kirin. Vê desthilatdariya faşîst çavtirsandî kir. Faşîzm ji rêxistiniya jinan, ji bîrewerbûna wan, ji rabûna wan ditirse, ji ber vê di navbeyna jina nû faşîzmê de dijminatiyeke lihevnekir heye. Ti caran mirov nikare herduyan bîne cme hev'' û bi domdarî got, ''Ji ber vê jî, mirov nikare êrîşan ji hev qut bibîne, divê mirov di nav konseptekê de bibîne. Her wiha ji bo têkoşî bi ser nekeve wê tim êrîşê bînin. Li ser vê bingehê em dikarin di nirxandinên xwe de têkiliyekê deynin.''

Rêvebera KCK'ê Koçerîn Amed herî dawî li ser hin jinên ku li ber avahiya HDP'ê çalakî bi wan têne kirin got, ''Ev dayik ji hêla şerê taybet ve bi taybetî têne arestekirin. Bi vê gelek tiştan armanc dikin; HDP'ê û PKK'ê weke hev nîşan bidie,  bandora dayikên aştiyê bişkînin.''