Jinên Kurd li Ewropayê ji bo azadiyê li ser lingan bûn

Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser lingan’ a bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd de hatiye destpêkirin, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin kirin.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê di çarçoveya pêngavê de bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan ên li Koln û derdorî wê dijîn meşek ji saet 13:00’an ji pêşiya Katedrala Dom destpê kir û heta Rûdolfplatzê dewam kir. Li vir mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de gelek siyasetmedarên tên naskirin amade bûn. Dîsa êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin.

STÛTTGART

Bi sedan kesên li bajarê Sûttgarg ê Elmanayê hatin ba hev desteserkirina şaredariyan protestokirin, bi qasî 3 kêlometreyan meşiyan. HDHK, AGÎF, Alinterî, ATÎK, DÎDF, FCK, HDK, SKB, SYKP, Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Beceklî Goktepe, AABF, BA-WU, Kongreya Avakirina Dersimê û MLKP ên di bin sêwana Platforma Piştevaniya bi HDP’ ê de ne destek dan çalakiyê. Meş li Schlotplatez (Qada Kobanê) vegeriya mîtîngê.

KOPENHAG

Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Sêvê li paytexta Danîmarka Kopenhagê standa agahdarkirinê hate danîn. Di standê de pankartên bi nivîsên ‘Şideta li ser jinê polîtîk e, ev dibe tu jî be, ez jî bim’ û ‘Ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser lingan’ hatin hildan. Têkildarî desteserkirina şaredariyan jî belavok hatin belavkirin.

BASEL

Li ser banga Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsre (YJK-S) û Komîteya Rojava li bajarê Basel meş û mîtîngek hate kirin.Bi sedan kesên li devera Claramatte hatin ba hev di dirûşim û dowîzên hildane dest bi meşê kirin. Di tevahiya meşê de belavok hate xwendin.

Çalakvanên ku li Dreîrosenbrucke rê li trafîkê girtin, li vir mîtîngek lidar xistin. Di mîtîngê de li ser navê Komîteya Rojava axaftin hatin kirin ev hate gotin: “Em bi hev re Rojava azad kir û em ê bi hev re biparêzin.” Mîtîng piştî axaftina aktivîstên TJK-S û Yoûng Strûggle bi dawî bû.

LUKSEMBÛRG

Ji pêşiya gara trenê ya Luksembûrgê heta pêşiya avahiya şaredariyê meşek dirêj hate kirin. Di meşê de dagirkirina şaredariyên HDP’ê hate şermezarkirin. Hinek derdorên sosyalîstû demokrat ên Luksembûrgî jî tevlî meşê bûn û destek dan.

ROMA

Kurd jî tevlî meşeke ku ji aliyê komunîstan ve li paytexta Îtalya Romayê hate lidarxistin bûn, desteserkirina şaredariyên HDP’î ya ji aliyê dewleta Tirk ve protestokirin. Di tevahiya meşê de belavokên ku polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk tîne ziman hatin belavkirin.