Kongreya TAJÊ bi dawî bû

Yekemîn Kongreya TAJÊ ku li navçeya Xanesor a Şengalê bi beşdarbûna 300 deleqeyan destpêkiribû, bidawî bû.

1’emîn Kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzidxan (TAJÊ) li Salona Laleş bi beşdarbûna 300 deleqe, nûnerên TAJÊ-Rojava, nûnerên TAJÊ yên ji derveyî welat û gelek nûnerên saziyan hate lidarxisitn.

Kongre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di kongreyê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî jinên Êzidî û rapora xebatê ya 3 salan a TAJÊ hate xwendin.

Di kongreyê de têkildarî rêveberiya TAJÊ nîqaş û nirxandin hate kirin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta jî bi dîmen peyamek ji bo kongreyê şand.

Piştî nirxandin û axaftinan Meclîsa TAJÊ ya ji 31 kesan pêk tê hate avakirin.

Di kongreyê de alaya nû ya TAJÊ hate qeûlkirin û hate ragihandin ku ew ê piştre encamnameya kongreyê bi raya giştî re were parve kirin.