Dayikên Aştiyê yên Mexmûr 7 roj in li ber xwe didin

Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina wargehê ku PDK'ê ambargo daniye ser 7 roj in çalakiya rûniştinê dikin.

Ambargoya PDK’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 52’an de ye. Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ji bo bidawîbûna ambargoya ku PDK'ê daniye ser wargeha wan 7 roj in li ber Asayîşa PDK'ê çalakiya rûniştinê dikin. Çalakî bi şev û roj didome.

Tevî hemû astengiyan jî dayik çalakiya xwe didomînin. Dayikên Aşitiyê diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk neyê ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Hêzên asayîşê yên li benda kontrolê destûr nadin ku kesek serdana dayikan bikin û li gel dayikan hevdîtinê pêk bînin.

Dayikên Aşitiyê ku bi rojane li benda kontrolê di çalakiyê de ne gelek caran pêşmergeyan êrîşî wan kirin û heqaret li wan dikin.

'ÊRÎŞA LI DIJÎ DAYIKAN ŞERMEZAR DIKIN'

Roja 5'ê Îlonê komeke jin ku dixwestin serdana çalakiya Dayikên Aştiyê bikin ji aliyê asayîşê ve hatin astengkirin û hêzên asayîşê êrîşî komê kirin. Meclîsa Îştar a Mexmûrê êrîşa li dijî komê şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Wek tê zanîn ev 26 sal in wargeha me di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî û Hikumeta Navendî ya Iraqê de ye. Wargeha me rexmî hemû zor û zehmetiyan jî dîsan li berxwedaye û jiyana xwe ya rojan berdewam kiriye.

Jinên Mexmûrê jî wek jinên Botanê xwedî dîrokek qedîm ku tejî berxwedan, têkoşîn û destkeftiyên girîng in. Ji derdor û cîranên xwe yên ku malaviya wan dikin re bûye pêşeng, lê rexmî van hemû kiryar, berxwedan û têkoşînê jî ev 52 rojin wargeha mexmûrê di bin dorpêçek ji derveyî exlaqê mirovahiyê de ye. Ji bo ku ev dorpêç bê dawî kirin ev 7 roj in komek ji dayîkên me li ber deriyê asayîşa PDK’ê di çalakiya runiştinê dene. Lê, belê em îro dibînin li Tirkiye û Başûrê Kurdistanê bêrêzî û ziman dirêjiya herî mezin li hemberî dayîkên me yên xwedî qîmet û berxwedêr dikin.

Dayîkên me yên ku li wir di çalakiya runiştinê dene ev 7 rojin bê xwarinin û hêzên asayîşa PDK’ê destur nadin ne xwarin, ne jî ji bo serdana dayîkan kes ji wargehê biçe wir. Heyanî niha ev çand caran komên dayîkan yên wargehê xwestin biçin serdana dayîkên di çalakiyê dene, lê belê rastî astengî û heqareta hêzên asayîşa PDK’ê tên. Ji bo vê yekê di dîroka 5 vê mehê de komek dayîkan xwest biçin serdana çalakiyê bikin, lê rastî astengiya hêzên asayîşa PDK’ê hatin û hêzên asayîşê bi hovane êrîşa wan kir û rastî heqartê hatin. Em jî wek Meclîsa Îştar ya Wargehê vê êrişa hovane bi tundî şermezar dikin û bangewaziya me ji bo tevahî saziyên mafên mirova û rêxistinên jinên Başûrê Kurdistanê heye ku li hemberî van êrişan xwedî helwest bin û dengê xwe bilind bikin."