Taşdemîr: Em ê destketiyên jinan mezin bikin

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bal kişand ser desteserkirina şaredariyên HDP'î û got, " Lê ew çi bikin bila bikin emê destkeftiyên jinan mezin bikin û xurt bikin."

Meclîsa Jinan a HDP'ê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna xwe li dar xistin. Di destpêka civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr bal kişand ser bûyerên dema dawî.

Taşdemîr diyar kir ku jin li dijî tayînkirina qeyûm herî zêde li pergala hevserokatiyê xwedî derdikevin û li dijî feraseta qeyûm têkoşîna xwe berdewam dikin. Taşdemîr anî ziman ku HDP di 7'ê Hezîranê de wekî heviya gel derket holê û wiha got: “Dixwazin pergala yek zilamî ava bikin. Em jin û HDP li hemberî vê pergalê hêza herî mezin e. Di hilbijartina 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de ev hêz li Tirkiyeyê û Kurdistanê derket holê. Di encama vê yekê de em îro tev şahidin ku piştî vê yekê partiya me HDP kirin hedef."

Taşdemîr anî ziman ku HDP li dijî pergala yek zilamî pêşengiyê dike û wiha axivî: "Ji ber ku partiya me li dijî vê pergalê ye herî zêde li dijî partiya me êrîşan zêde dikin. Dîsa li Rojava di pêşengiya jinan de rêveberiya demokratik tê avakirin. Ji ber vê yekê jinan dikin hedef. Li dijî siyaseta jinan êrîşek mezin heye. Bi taybetî bi êrîşên DAİŞ'ê li Şengalê bazara koleyan a jinan ava kiribûn. Jinên Êzidî hatibûn revandin. Me ev yek hişmendiya li dijî jinan pênase kiribû. Îro em dibînin li Efrîn û Ezazê jî bi heman rengî bazara koleyan tên avakirin. Ev yek dijminantiya li dijî jinan û Kurdan e. Sedema vê yekê jî krîza ku îro AKP di nava xwe de ye. Li Tirkiye krîza aborî pir kûr e. Her roj bi dehan jin li kolanan bi hovîtî tên qetilkirin. Êrîşî Kurdan û jinan dikin û dixwazin ser krîza aborî veşêrin. Îro li hemû saziyên dewletê dizî û nelirêtî heye. Xezp heye. Rizînek heye. Lê jin li dijî faşîzmê bi salan in têdikoşin. Li dijî şer her diçe xwe xurt dikin. Li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê her ku diçe xwe xurt dikin. Em destûr nadin şer û tecrîd jiyana me dorpêç bike."

Taşdemîr, anî ziman ku êrîşên li dijî HDP'ê wê encam nestînin û wiha bi dawî kir: “Bi tayînkrina qeyûman vîna gel nas nekirin. Ev ne tenê desteserkirina şaredariyê ye. Bi vê yekê dixwazin li Kurdistanê mafê bijartin û hilbijartinê ji destê me bigirin. Dibêjin em mafê we yê bijartin û hilbijartinê nas nakin. Ji ber vê yekê mêtîngerî siyasî ye. Medya alîgir bi komployê kumpas ava kir. Hevşaredarên me yên Pasûr û Qereyaziyê bi vê komplo û kumpasê hatin girtin û vîna gel xezp kirin. Lê ew çi bikin bila bikin emê destkeftiyên jinan mezin bikin û xurt bikin. Çalakiyên ku malbatên li pêş avahiya HDP'a amedê lîstika AKP-MHP-Ergenekonê ye. Em bang li hemû hêzên ku dibin sedem dayik êşan bikişînin dikin. “Werin em siyaseta aştiyê pêş bixin. Bêyî ku em dayikan cuda bikin em bi hevre mekanîzmayên ku pirsgirêkên dayikan çareser bikin ava bikin. "