Jinan li Berlînê çalakî kirin

Bi pêşengiya Platforma Jinan a Demokratîk li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyeke protestoyî pêk hat.

Di çalakiya rûniştinê ya jinan de kuştina jinan li Tirkiye û Kurdistanê, darbeya li dijî şaredariyên HDP'î hate kirin û ambargoya li ser kampa penaberan a Mexmûrê hatin şermezarkirin.

Çalakiya rûniştinê li ber avahiya Rote Rathaus (Şaredariya Sor) a li paytext Berlînê pêk hat û qadeke navdar e.

Di çalakiyê de bi zimanên Elmanî, Kurdî û Tirkî dirûşm hatin qîrîn û bi sedan belavokên bi Elmanî û Îngilizî hatin belavkirin.

Jinan stran gotin, helbest xwendin û sirûdên şoreşgerî gotin.