'Polîtîkayên AKP'ê tundiya li jinê asayî dike'

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku bi desthilatdariya AKP'ê re tundiya li jinê kete asta herî bilind û got, sedema îstîsmar, tundî, tacîz û tecawiza li dijî jinan û zarokan polîtîkayên hikûmetê ne ku mêr diparêzin.

Li Tirkiyeyê tundiya li jinan her ku diçe zêde dibe. Li gorî daneyên 'Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP)' di 2013’an de 237, di 2014’an de 294, di 2015’an de 303, di 2016’an de 328, 2017’an de 409 û di 2018’an de jî 440 jin li Tirkiyeyê hatine qetilkirin û di 7 mehên ewil yên 2019’an de jî 245 jin hatine qetilkirin. Di 18’ê Tebaxê de jina bi navê Emîne Bulut ku hat qetilkirin gotina wê ya ‘ez naxwazim bimrim’ carek din ruyê şîdetê aşkera nîşan da. Bi Emîne Bulut re di heman hefteyê de 3 jinên din hatin qetilkirin. Du jin bi giranî birîndar bûn. Jin daketin kolanan û daxwaz kirin ku Peymana Stenbol û Qanûna Hejmar 6284 pêk bê.

‘TUNDIYA LI JINÊ BI DESTHILATDARIYA AKP’Ê RE ZÊDE BÛ’

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr der barê tundiya li jinan ji ANF’ê re axivî. Taşemîr anî ziman ku her ku diçe li Tirkiyeyê tundî û şideta li jinan zêde dibe û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê her roj em bi nûçeyek qetilkirin û tundiya li jinên hişyar dibin. Li Tirkiyeyê rengê tundiya li jinê hatiye guherandin û mirov dikare vê yekê jî weke wehşeta hovane binav bike. Bi desthilatdariya AKP’ê re tundiya li jinê gihişt asta herî bilind. Sedema îstîsmar, tundî, tacîz û tecawiza li dijî jinan û zarokan polîtîkayên hikûmetê ne ku mêr diparêzin û ev rewş tundiya li dijî jinê her ku diçe asayî dike. Qetilkirina jinan ya di demên dawî de rûyê rast ê siyaseta AKP’ê radixe li ber çavan.” 

'DEWLET ARMANC DIKE JINÊ DI MALÊ DE HEPIS BIKE'
 
Taşdemîr da zanîn ku dewlet naxwaze jin di nava civakê de bibe xwedî vîn û wiha pê de çû: “Dema mirov betalî, krîza aborî, zagonên şaş, polîtîkayên kûrkirina şer, polîtîkayên perwerde û tenduristiyê yên şaş bîne ber hev, tev tundiya li jinê zêde dike. Di demek wisa de mêrê desthilatdar dixwaze hemû mafê jinê yê siyasî, aborî û civakî ji destê wê bigere û wê di malê de hepis bike. Ev tundiyê kûrtir dike. Rayederekî hikûmetê li ser navê jinê dikare biryarê bide ku çend zarokan bîne. Vîna jinê ji destê wê digirin. Mehkûmî jiyana malê û bêdengiyê dikin. Li aliyekî tundî zêde dibe, li aliyê din berpirsiyarê tundiyê nayên cezakirin. Ev bêtir rê li pêş tundiyê vedike."

'JIN BI HER AWAYÎ RASTÎ TUNDIYÊ TÊN'

Taşdemîr destnîşan kir ku hemû cureyên tundiya li jinan tên kirin girêdayî hişmendiya mêrê desthilatdar e. Taşdemîr da xuyakirin ku jin rastî gelek awayê tundiyê tê û ev tişt got: “Jin rastî tundiya derûnî, aborî, fîzîkî û her awayî tê. Mêrê dikeve krîza aborî li dijî jin û zarokên xwe tundiyê dike. Divê berî her tiştî civak di perwerdehiya zayendiya civakî re derbas bibe. Rayedarên hikûmetê newekheviya zayendî raste rast diparêze. Desthilatdraiya mêr rewa dike û dispêre olê îslamê. Li dijî vê hişmendiyê perwerdehiyek esasî pêwist e. Divê li dijî hişmeniya ku hemû cureyên tundiyê li ser jinê rewa dibîne perwerdehiyek esasî bê destpêkirin. Li gori hişmendiya desthilatdariyê jina baş, dayika baş zarokên baş ew kesên ku li dijî tundiyê bêdeng bin û di malê de bin. Li aliyê din di nava civakê de bêehleqiyê kûr û belav dikin. Li dijî vê yekê divê hişmendiya mêrperest û zayendîparêz bê guhertin. Divê mêr li gorî wekheviya jin û mêr û feraseta xwe biguherîne."

‘PEYMANA STENBOLÊ BI KEDA JINAN HATE ROJEVÊ’

Taşdemîr bilêv kir ku li dijî tundiya li jinê divê di hemû qadên jiyanê de jin xwe bi rêxistin bike û wiha got: “Divê jinên feminîst, sazî û tevgerên jinan di hemû qadan de li dijî veguherîna hişmendiya tundkar bikevin dewrê û li qadên jiyanê ji bo rêxistinkirina jinan bikevin dewrê. Weke TJA li Kurdistan û Tirkiyeyê me dest bi kampanyayekê kir û jin li her derê li dora kampanyayê kom dibe. Li aliyê din divê berpirsyariya dikeve li ser milê muxalefetê û hikûmetê pêk bîne. Hikûmet polîtîkayek ji bo tundiya li ser jinê bi dawî bibe na afirîne û berovajiyê vê dibe sedama zêdebûna tundiyê. Ev tundî jî ji sala 2002’an û vir de kete astek bilindtir. Hikûmet peymana bi xwe îmze kiriye binpê dike û êrîşî deskeftiyên jinan dike. 2014’an bi kedek mezin a Tevgera Jinan peyaman Stenbolê hatibû rojevê û ev bi hêza jinan hatibû qebûlkirin. Niha hikûmet vê yekê binpê dike û li gorî xwe qanûn diguhere.”