JIN
Hemû Nûçe
-
Li Dortmûndê jineke ji Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin-NÛ BÛ
Li Dortmûndê jineke ji Başûrê Kurdistanê ya bi navê Onalîa Çendy ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin. -
Ektî: Kuştina jinan polîtîk e
Aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî diyar kir ku komkujiyên li dijî jinê tên kirin bi destê dewletê ne û destnîşan kir ku divê têkoşîna li dijî van êrişan di asta navneteweyî de bê kirin. -
Li Meksîkaye jin wê girêva netewî bikin
Meksîka xwe ji bo 9'ê Adarê, girêva mezin a li dijî tundiya li ser jinê hazir dike. Serokkomar û endamên kongreyê jî bi daxuyaniyên xwe destek dana girêva jinan a netewî. -
'Mobbîng a li dijî jinan ji polîtîkayên desthilatdarî cuda nîne'
Sekretera Jinan a KESK'ê Gulistan Atasoy bal kişand ser pirsgirêkên ku nava kar derdikevin pêşiya jinan û got, "Mobbîng a li dijî jinan, ji polîtîkayên desthilatdariya siyasî cuda nîne." -
Li Locarnoyê jinên Kurd ji bo zimanê dayikê çalakî li dar xist
Di çarçoveya Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî de li bajarê Locarno yê kantona Tîcîno yê Swîsreyê bi pêşengiya jinên Kurd çalakiyek hate lidarxistin. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê bi jinên ji 8 welatan re li hev civiyan
Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo beşdarbûna Kongreya Asayî ya 4’emîn ku wê roja Yekşemê (Sibê) were lidarxistin bi jinên ji 8 welatan re li hev civiyan. -
Dayikên Şemiyê: Hûn ne mirovin!
Dayikên Şemiyê vê carê ji bo Mûrat Yildiz ê sala 1995’an hatibû destgîrkirin hatin ba hev. Dayik Hanîfe Yildiz bang li hêzên dewletê kir û got: “Hûn li pêşberî min ketî ne, ne mirov in.” -
JIN NEWS bû cara 9’ê tê astengkirin
Dewleta Tirk bû cara 9’ê navnîşana înternetê ya JIN NEWS’ê asteng dike. -
TJK-E banga tevlêbûna li meşên 22'yê Sibatê kir
TJK-E'yê ji bo meşên 22'yê Sibatê bang kir û got,''Em li dijî faşîzmê bibin yek'' -
Jinan li Amedê ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da
TJA, ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Amedê daxuyaniyek da. -
KJK: Em li her deverê Kurdî bidin jiyîn
KJK'ê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir û bang kir ku li her deverê xwedî li Kurdî derkevin. -
Jinên Şîlî Partiya Femînîst ava dikin
Jinên Şîlî ku bi strana xwe ya li dijî tundiya mêr li gelek welatan deng vedan, xwe amade dikin ku Partiya Femînîst ava bikin. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê bi Yekîtiya Jinên Tûnûsî re civiya
Meclîsa Jinan a HDP’ê bi Seroka Yekîtiya Jinên Demokratîk a Tûnûs Yosra Fraves re civiya. -
Nameya gerîlaya şehîd Çîçek a ji bo hevrêyên xwe şandibû
Gerîlaya YJA Star şehîd Çîçek Kiçî di nameya ji bo hevrêyê xwe hiştibû de ev got: “Son û peymana min e, ez ne bi hestî û ne jî ber bi mirinê dibezim. Demê tolhildanê hatiye.” -
Hate îdîakirin ku jinekê xwe li Berlînê kuştiye
Hate îdîakirin ku Hûriye Ûçar a li Berlînê ji ber zexta malbatê dawî li jiyana xwe aniye. -
YPJ: Komploya 15’ê Sibatê bi berxwedana Rêber Apo têk çûye
Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku komploya 15’ê Sibatê bi berxwedana Rêber Apo têk çûye. -
Rûken: Em ê 2020'î bikin sala azadiya Rêber Apo
Endama Koordînasyona KJK'ê Zêrîn Rûken diyar kir ku di 15'ê Sibatê komploya herî berfireh a serdemê hate kirin û got, "Em ê 2020'î bikin sala azadiyê." -
YJA Star: Em ê hevdîtina mezin a bi Rêber Apo re pêk bînin
YJA Star: Em ji tevahiya cîhanê re radigihînin ku jiyaneke bêyî Rêbertî bi ti awayî qebûl nakin. Em ê ala azadiyê ku destê Sarayan wergirtine heta dawiyê hildin, bi felsefeya fedayîtiyê şer bikin û bi Rêber Apo re hevdîtina mezin pêk bînin. -
KJK: 15'ê Sibatê komploya herî mezin a li dijî jinan e
Koordînasyona KJK'ê komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku wê ti carî qebûl nekin. KJK'ê ji bo Ocalan got, "Dostê rasteqîn ê jinê." -
Jinên ciwan li Silêmanî bi agir ‘APO’ nivîsandin
Jinên Ciwan ên Şoreşger bi boneya 21’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Çiyayê Ezme wêneyê Ocalan hildan û bi agir ‘APO’ nivîsandin.” -
Jinan li dijî komployê belavok belavkirin
Jinên Kurd li Parîs û Bordeaûxê li dijî Komploya 15’ê Sibatê belavok belavkirin. -
PAJK'ê banga lenetkirina komploger û tevlîbûna çalakiyan kir
Koordînasyona PAJK’ê bi dirûşma ‘Niha Demê Guhertin û Azadiyê ye Tu jî Rabe Ser Piyan’ banga yektirtina têkoşîna azadiya jinê, lenetkirina komploya naventeweyî ya 15’ê Sibatê û tevlîbûna çalakiyan kir. -
Jinên HDP'î: Gulistan bi hevkariya mêr-dewletê hate windakirin
Meclîsa Jinê ya HDP'ê diyar kir, AKP-MHP di mijara Gulistan Dokû de hewl dide rewşê berevajî nîşan bide û destnîşan kir ku yê Gulistan winda kir hevkariya mêr-dewletê ye. -
TJK-E: Di 15'ê Sibatê de divê her kes tevlî meşa li Strasboûrgê bibe!
TJK-E'yê komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li jinan, gelê Kurd û alîgirên azadî û demokrasiyê kir ku di 15'ê Sibatê de tevlî meşa li Strasboûrgê bibin. -
Jin wê di 14'ê Sibatê de li dijî tundiyê rabin ser piyan!
Li tevahiya dinyayê destavêtin û tundî li zêdeyî milyarek jinan hate kirin. Li hemberî vê tundiyê jin naxwazin pasîf bin. Kampanya One Bîllîon Rîsîng (Milyarek radibin ser piyan) bang li jinan kir ku 14'ê Sibatê rabin ser piyan.