PAJK'ê banga lenetkirina komploger û tevlîbûna çalakiyan kir

Koordînasyona PAJK’ê bi dirûşma ‘Niha Demê Guhertin û Azadiyê ye Tu jî Rabe Ser Piyan’ banga yektirtina têkoşîna azadiya jinê, lenetkirina komploya naventeweyî ya 15’ê Sibatê û tevlîbûna çalakiyan kir.

Koordînasyona PJAK’ê bi rasthatina salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da û got: “Komloya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya weke Rêbertiya me roja Qirkirina gelê Kurd pênase dike, di sala 22’an de jî qirkirina Kurdan a ji aliyê hêzên modernîteya kapitalîst ve jî serneketiye. Armanca komploya navneteweyî tesfiyekirina Rêbertî û tevgera me, qirkirina Kurdan bû. Kurdan qirkirin parçe kir û modernîteya xwe ava kir, girêdayî jiyana hevpar a gelên Rojhilata Navîn bûye. Berovajî komploya navneteweyî ev sekna bi biryar a Kurdan ji bo hemû gelên cîhanê ji bo jinan  bûye hêvî û ruhekî nû yê enternasyonalîst ê li dijî faşîzmê derxistiye holê. Rêbertiya xwe ya ku li dijî hêzên qirker ên dixwazin gelê Kurd bifetisînin berxwedaneke bi heybet dike bi rêzdarî silav dikin. Di kesayeta Halît Oral, Viyan Caf, Umût Acar, Zulfîkar û Zehrayan de hemû hevrêyên xwe yên bi sirûda ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ xelekek ji agir bi bedena xwe çêkirin, bi minet bibîr tînin, berxwedana gelê xwe ya li dijî rejîma Tirk a faşîst û mêtinger silav dikin.

ARMANCA KOMPLOGERAN QIRKIRINA KURDAN BÛ

Armanca hêzên komploger ew bû ku Rêbertî û tevgera me tesfiye bike û Kurdan di qirkirinê re derbas bikin. Ji bo hêzên hegonomîk projeya xwe ya li Rojhilata Navîn bixin meryetê divê astengiyên li pêşiya wan derdikevin ji holê rakin bû. Yek ji aktorê herî serek yê siyaseta Rojhilata Navîn Rêbertiya me û gelê Kurd ji bo xwe xeteriyeke mezin dîtin. Ji bo vê yek ji armancê serke îmhakirina Rêbertiya me bû. Di salvegera 21’ê ya komployê de ku em li pişt xwe dihêlin bi şahidiya hemû cîhanê Rêbertiyê projeyên komplogeran vala derxist û bi berxwedanekê perspektîfa jiyana hevpar hê bi hêztir derxist holê. Berovajî daxwazên hêzên hegonomîk Tevgera Azadî ya Kurdistanê û Îdeolojiya Azadiya Jinê gihand Kurdistanê û belavî kolanên Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Hêviya jiyana azad a dixwestin bişkînin rê li ber yekîtiyeke enternasyonalîst a nû vekir.

HER KU JIN AZAD BIBE, WÊ TECRÎD BIŞKÊ KOMPLO BI TEMAMÎ TINE BIBE

Hemû pilanên modernîteya kapitalîst ên Kurda di şexsê Rêbertiyê de li Îmraliyê digire, bi pradîgmaya Rêbertiyê re serûbin bûne. Rêbertiya li Îmraliyê ne tenê ji bo Gelê Kurd ji bo hemû gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê têkoşîn û şer dike. Bi konfederalîzma demokratîk a Rojhilata Navîn a xistina  sîstemê re wê bibe bersiva herî baş a ji bo komployê. Li dijî modernîteya kapitalîst avakirina modernîteya demokratîk, wê hêzên komploger têk bibe. Nexasim ev yek ji jinên Kurdistanê re jinên Rojhilata Navîn azad bibe, wê di valaderxistina komploya li ser Rêbertiya me wê bibe pîvanek. Her ku jin azad bibin wê tecrîd bişkê û kompol bi temamî tine bibe.

EM SALA 2020’Ê SALA AZADIYÊ DIBÎNIN

Dewleta Tirk û hêzên komploger tecrîda li ser Rêbertiya me didomînmin. Ev yek jî nîşaneya israra îmhakirinê ya li dijî têkoşîna azadiya me ye. Ji bo vê bilindkirina têkoşînê ya ji bo Rêbertiyê divê çalakiyên nû bên pêşxistin û hê zêdetir bên xurtkirin. Em tevgera jinê, sala 2020’ê weke sala bi temamî têkbirina komployê, hilweşandina desthilata AKP’ê, dawîkirina qirkirinê û weke sala azadiyê pêşwazî dikin. Bidawîbûna esareta li Îmraliyê bi encama şerê em dikin ve wê diyarker be. Dema ku me wisa kir ku dewleta Tirk nikaribe êrîşên qirker bike, wê parçe bibe. Tirkiye bi desthilata AKP’ê ya faîst re demê xwe yê herî xeter û hahlûke re derbas dibe. Civaka Tirkiye şerke dirêj ê di vê astê de nikare xwe li ber bigire. Ji bo vê têkoşîna em dikin wê çawa komploya navneteweyî vala derbixe, wê rê li ber bingehê azadiya gelên herêmê jî veke.

NIHA DEMÊ GUHERTIN Û AZADIYÊ YE, TU JÎ RABE SER PIYAN!

Em Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê (PJAK) bi dirûşma ‘Niha Dema Guhertin û Azadiyê ye, Tu jî Rabe Ser Piyan’ banga yektirtina têkoşîna azadiya jinê, lenetkirina komploya naventeweyî ya 15’ê Sibatê û tevlîbûna çalakiyan dikin.

Em bi têkoşîneke ku dawî li sîstema Îmraliyê bîne wek encam jî himêzkirina Rêbertiyê re silavên xwe li ser bingehê serketinê dişînin. Şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bi rêzdarî û minet bibîr tînin, çalakiyên gel û hevrêyên xwe yên enternasyonalîst silav dikin, dibêjin ala berxwedan bilind bikin û em ê li dijî komplogeran serketina himêz bikin.”