Jinên HDP'î: Gulistan bi hevkariya mêr-dewletê hate windakirin

Meclîsa Jinê ya HDP'ê diyar kir, AKP-MHP di mijara Gulistan Dokû de hewl dide rewşê berevajî nîşan bide û destnîşan kir ku yê Gulistan winda kir hevkariya mêr-dewletê ye.

Meclîsa Jinê ya HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Windakirina Gulistan Dokû nekin amûrek ji bo zexta li ser mûxalefetê. Hesab bidin, Gulistan li ku ye?"

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Têkildarî Zaînal Abarokov ku hevalê Gulistan bû û bersûcê yekane yê windakirina wê ye, lêpirsîneke têrker nehate meşandin û îfade û delîlên ji bo dîtina Gulistan ji raya giştî hatin veşartin û lêkolîneke bi bandor nehate kirin."

Meclîsa Jinê ya HDP'ê ragihand ku rayedarên berpirsyar ên ku guhê xwe ji îdîa û delîlan digirin windakirina Gulistan dixwazin bikin amûrek ji bo zexta li ser mûalefetê. Meclîsê nerazîbûn nîşanî serdegirtina Rêxistina ESP'ê ya Amedê da ku bi vê hincetê hate kirin.

Meclîsa Jinê ya HDP'ê ragihand ku desthilatdarî bi vê serdegirtinê hewl dide destgîrkirin û girtinê binixumîne û destnîşan kir, "Mûxatabê bingehîn hevkariya dewlet-mêr e ku Gulistan dan windakirin û di nedîtina wê de israr dikin."