Ektî: Kuştina jinan polîtîk e

Aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî diyar kir ku komkujiyên li dijî jinê tên kirin bi destê dewletê ne û destnîşan kir ku divê têkoşîna li dijî van êrişan di asta navneteweyî de bê kirin.

Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê yên li dijî jinan, kuştina jinan zêde dibe. Li gorî daxuyaniyên fermî yên dewleta tirk, di sala 2016’an de li Tirkiyeyê 304, sala 2017’an 353 jin, di sala 2018’an 280 jin û di sala 2019’an de jî 299 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, di sala 2017’an de 409 jin, di sala 2018’an de 440 jin û di sala 2019’an de jî 474 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Platformê ragihand ku di sala 2019’an de 185 jin bi çekê, 101 jin bi kêrê hatin kuştin, 29 ji hatin fetisandin, 6 jin bi dermanên kîmyewî, 27 jin bi lêdanê, 6 jin bi şewitandinê û 19 jî ji bilindahiyê hatin avêtin û kuştin.

‘JIYAN BI RÊVBERIYA JINÊ DIMEŞE’

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî der barê polîtîkayên qirkirinê, tundiya li jinê û xebatên 8’ê Adarê ji ANF’ê re axivî. Ektî anî ziman ku komkujiya li dijî jinê polîtîk e û wiha axivî: “Em dibêjin komkujiya li dijî jinê polîtîk e. Weke tevgerên jin em timî wer dinirxînin. Bêguman aliyên wê yên dîrokî û civakî hene. Sedemên wê yên girîng ên digihêjin hezar salan hene. Yek ji wan a girîng jî em dizanin li vê erdnîgariyê jiyan li derdora jinê bi keda jinê şekil girtiye. Cihê jinê yê di nav hilberînê de ya rastî tê maneya civakîbûna mirov. Ji lewra dema mirov li pêvajoyên destpêkê, li qonaxên civaka xwezayî dinihêre, tê dîtin ku jiyana bi rêveberiya jinê dimeşe têkildarî pêwendiya mirov a bi xwezayê, a mêr-jin, jin-xwezayê, jin-hilberînê û têkiliya jinê ya bi hemû zindiyan re li gor şertê wê di nav hev de ye û digire nav xwe. Lê bi demê re bi êrîşên zîhniyeta serwer re rastî qirkirinên mezin hat, veguherî, hat berevajîkirin û kirin rengekî din.

Em behsa ME’yên jinan dikin. Em behsa ME’yên dayik xwedawend dikin ku di pêvajoya civaka xwezayî de weke yasayên jinan û destûra bingehîn a wê demê ne. Dema mirov têkildarî wê demê dibêje, yasa û destûra bingehîn, em bi tenduristî, hiqûq, çand, huner, mîmarî û wêjeya wê demê digire nav xwe re rûbirû tên. Ji lewra jiyaneke ku bi aqil, fikir, zîhniyet û keda jinê re hatiye avakirin e. Piştî ev pêş ket, ku zîhniyeta bi serweriya zilam ev qebûl nekir, her çû jin danîn derveyî hilberînê, têkiliyên jinê yên bi civak û axê re hatin qutkirin û pêvajoya dîrokî berevajî kirin.”

‘ZANÎNA JINÊ BI DEMÊ RE WEKE CADÛTIYÊ HATIYE DÎTIN’

Ektî da zanîn ku dema em jêre dibêjin, zîhniyeta dewletê ya zilam, em behsa qirkirineke polîtîk dikin û wiha pê de çû: “Ji lewra dema em dibêjin komkujiyên li hember jinan ên di vê demê de çima polîtîk in, tu bikî nekî mirov rabihuriyê bi bîr tîne. Ez vê weke toleke zîhniyeta bi serweriya zilam dinirxînim. Ji ber desteserkirina ya heyî, xwedîderketina li ya heyî berevajîkirina nirxên civakî û dîrokê ye. Mînaka wê ya herî balkêş ew e zanîna jinê bi demê re weke cadûtiyê hatiye binavkirin, jin birine giyotînê. Ev berevajîkirina vê dîrokê eşkere radixe ber çavan. Yanî em ji şîfatiyê bigirin heta zanînê ev tişt hatine berevajîkirin, dîsa hemû hilberînên fikrî yên jinê bi demê re ku kiribe bin kontrol û rizaya mêr jî yek ji xisûsên berevajîkirina civak û dîrokê ye. Hinekî jî bi van çavkaniyan re em diyar dikin ku komkujiya li dijî jinê polîtîk e. Dibe ku di aliyê rêbaz de guhertin çêbûbin, lê di cewher û nêzîkatiyê de guhertin çênebûye. Ev polîtîka bi awayekî ku hatiye aktuelkirin didome.  Dema em dibêjin zîhniyeta dewletê ya zilam em diyar dikin ku qirkirina jinan ji vê zîhniyetê serbixwe nîne, ji aliyê zîhniyeta dewletê ya zilam ve tê organîzekirin. Bi polîtîkaya dewlet dimeşîne li hember jinan, qirkirin, şîdet, destdirêjiya li zarokan her çû bû civakî. Aqlê dewletê niha mîna aqlê civakê ye tê meşandin e. Ji ber berî niha jî min behs kir, ji aliyê zîhniyeta serwer ve hêrsa hezarê salan heye. Ji ber nikare bi temamî vê hêrsê bi dawî bike, dem dem dike malê civakê, bi tiştên bi civakê daye fêrkirin, qirkirin, komkujî, şîdet, destdirêjiya li hember jinê pêk tê. Ev jî bi destê dewletê ye.” 

‘DI ŞEXSÊ JINÊ DE CIVAK TÊ XISTIN’

Ektî destnîşan kir ku qirkirinên li dijî jinê li Kurdistanê her ku diçe zêde dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em dibêjin, Mezopotamya, Kevana Zêrîn em weke cihê jiyana bi destê jinê ava bûye difikirin. Li gel vê rastiya gel, rastiya Kurdistanê heye. Yanî eger li cîhanê jin carekê tê mêtin, li Kurdistanê 10 caran tê mêtin, 10 caran rastî komkujiyan tê, jin vê hê dijwartir dijî. Dema em li vê jî dinihêrin tê dîtin ku komkujî û şîdeta li ser jinê kirine asteke gerdûnî. Ji ber em behsa zîhniyetên serwer dikin û ev zîhniyetên serwer, li hember mirov û neteweyan polîtîkayeke pir bi zext dimeşîne. Lê di hedefa wê de jin heye. Di vê mijarê de tespîta ku tê gotin neteweya yekemîn a hatiye pelçiqandin jin e pir girîng e. Ev tê vê maneyê ku di şexsê jinê de civak, nirxên civakî, nirxên exlaqî hatiye xistin. Ev bi taybet ku li vê herêmê, li vê erdnîgariyê û li Kurdistanê pêk hatiye, tiştekî pir tesadûf nîne.” 

LI DIJÎ QIRKIRINÊ TÊKOŞÎNA JINÊ

Ektî di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser têkoşîna jinê ya li dijî qirkirinê û ev tişt got: “Dema em li hemû têkoşînên gelan ên li cîhanê dinihêrin, em dibînin ku têkoşîna jin rastî şikandinê hatiye û nîvçe hatiye hiştin. Cara yekem li Kurdistanê weke rastiya dewama têkoşîna azadiyê ku pêş ket, ev bû sedem êrîş hê zêdetir bibin. Ji ber têkoşîna azadiya jinê ji aliyê dewletê ve tehlûkeyekê îfade dike. Civaka hatiye xistin ku careke din di şexsê jinê de radibe ser piyan ji bo zîhniyeta serwer a dewletê tehlûkeyeke mezin e. Bi taybet têkildarî têkoşîna gelê Kurd weke tehlûkeyeke mezin tê dîtin. Ji ber em hemû pir baş dizanin ku nuqteya derketina holê ya tevgera azadiyê ya Kurd ji nakokiya di navbera jin û mêr de ku derket holê, dewam kir. Dîsa civak û jina bindest ku pêkve li hember vê derketin, têkoşîna jinê di nav vê de xurt bû û pêş ket. Di tevahiya pêvajoya dîrokê de jinê pêşengî ji vê re kiriye. 
Em behsa 29 serhildanan dikin. Di serhildana 29. de em rastî têkoşîna jinê tên. Dîsa di serhildanên beriya vê de li Dêrsimê Zarîfeyan, li Agiriyê û gelek herêmên Kurdistanê bê jinê çawa rol wergirtiye, çawa ji bo azadiyê têkoşîn kiriye em di dîrokê de dibînin. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û têkoşîna Azadiyê ya Jinê weke yekûna wan hemûyan ku xwe ava kir, mezin kir û bi rastî veguherand têkoşîneke bîrdozî û pêş xist, helbet ji aliyê zîhniyeta serwer ve dibe tehlûkeyeke mezin. Lewma li Kurdistanê komkujî û qetilkirinên li hember jinan ku zêde dibin, tiştekî tesadûfî û ji rêzê nîne. Em bala xwe bidin jinên winda yên di vê pêvajoya dawî de. Me di salên 90’an de cinayetên kiryar nediyar dîtin. Bi hezaran mirov bê çawa bi awayekî ‘fail nediyar’ lê li gor me fail diyar in çawa hatin windakirin me dît. Ev gotin di nav civaka Kurd de pir tê gotin, ‘Li Kurdistanê mirov winda nabin, tên windakirin.’

Di vê pêvajoyê de bi awayekî pir eşkere jin tên windakirin. Yanî jinên tên qetilkirin, rastî tecawizan tên û şîdetê dibînin, dilê zîhniyeta serwer hênik nekiriye ku bi taybet li Kurdistanê zanîngehan dikin cihê xistina jin û ciwanan. Yek ji mînakên balkêş ên vê mijarê ku Dêrsim e jî, tesadûf nîne. Em rabihuriya Dêrsimê dizanin. Li vê herêmê xwestine dîroka rastiya civaka Kurdistanê bê berevajîkirin. Ev di roja me de ku tê rojanekirin tiştekî tesadûfî nîne. Di şexsê Gulistan Doku de li hember ciwanên Kurd, jinên ciwan ên Kurd êrîşek heye û dewama wê hat. Niha li hinek bajarên din jin hatine windakirin. Dema mirov van lêkolîn dike jî di bin vê de dewlet derdikeve. Yên vê pêk tînin kesên di saziyên dewletê dixebitin, polîs û sûbayên dewletê ne. Tehdît û tecawiz weke polîtîkayeke dewletê tê pêkanîn.”

YEKITIYA JINÊN CIHANÊ

Ektî bilêv kir ku divê li dijî qirkirina jinê yekitiyek xurt ya jinên cîhanê heye û got: “Jinên Kurdistanê, yên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn car caran bi hinek aktîvîteyan tên cem hevdu, kongre, konferans tên lidarxistin. Ev têr dikin? Na, ji ber komkujî û tecawizên li ser jinan tiştekî ku tenê jin li hember têkoşînê bike nîne. Helbet tiştekî ku divê di serî de jin li hember derkeve. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe dema jinek rastî tecawiz, taciz û qetilkirinê tê, eger tevahî civak mîna li hember xwe pêk hatiye ranebe ser piyan, tê vê maneyê ku nirxên exlaqî wê civakê kêm bûne, zerar dîtine û dîsa tê maneya polîtîkayên dewlet dimeşîne xwedî dike. Lewma tevahî saziyên civaka sivîl li hember vê bêdeng nemînin girîng e. Eger em li hember vê dernekevin dê ev berdewam bikin. Dê têkoşîna me ya li hemberî vê dewam bike. Divê ev di nav hemû civakê de pêş bikeve.” 

‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIKIN GERDÛNÎ’

Ektî der barê xebatên 8’ê Adarê de jî agahî dan û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em ber bi biharê ve diçin, amadekariyên 8’ê Adarê ji aliyê jinan ve bi coş û heyecaneke mezin tên meşandin. Bi sedan û hezaran jinên bi huner û wêjeya xwe di nav van xebatan de cih digirin hene. Li tevahî navçe û bajarên Kurdistanê bi hemû tevgerên jinan re hatine cem hev ji bo me girîng e. Ev xebat pêkve, tên meşandin. Di nav wan de, partî, sendîka, sazî û rêxistin hene. Di gelek aliyan de xebatên ku cewhera têkoşîna jinan nîşan didin, tên meşandin. Bi heyecan ev xebat tên meşandin. Her wiha em tax tax, gund, gund bajar bajar digerin û vê xebata xwe dimeşînin. Em ê îsal li Dêrsimê starta çalakiya 8’ê Adarê bidin. Ev jî dê di şexsê Gulistan Doku de ji bo tevahî jinên hatine windakirin, rastî tacîz, tecawiz û qetilkirinan hatine bê lidarxistin. Îsal di 27’ê Sibatê de wê çalakî dest pê bikin. Ev jî ji bo em têkoşînê li hemû rojan belav bikin me beriya 8’ê Adarê da destpêkirin. Armanca hemû tevgerên jinan ew e,  her rojê bikin coş û têkoşîna azadiya jinan. Çawa ev qas nirx bi hêsanî pêk nehatin, ji bo van nirxan gelek berdêl hatin dayîn û jin bi biryardariyeke xurt xwedî li van nirxan derdikevin. Jin bi hevre xurt in. Li tevahî cîhanê, Tirkiye û Kurdistanê ji bo têkoşînên jinan bi awayekî hevpar têkoşîn bikin û vê têkoşînê bikin gerdûnî em xebatan dimeşînin. Ji ber bidawîbûna her cure şîdetan, şeran, kuştinan, azadiya gelan bi dawîbûna şîdeta li ser jinê ve girêdayî ye. Lewma têkoşîna jinan pir girîng e. 

Em îsal bi şîara ‘Em Berxwedanê Rêxistin dikin, ber bi Azadiyê ve dimeşin’ 8’ê Adarê pîroz dikin. Em ê ji bo vê ji 27’ê Sibatê ve li qadan bi jinan re bin û têkoşîna xwe pêk ve pêş bixin. Lewma rêxistinkirina berxwedanê wê me ber bi serketinê ve jî bibe. Şiyara me ya esasî jî wiha ye. Ji niha ve ez 8’ê Adarê ya jinan bi coş, heyecan û hezkirineke mezin pîroz dikim.”