YPJ: Komploya 15’ê Sibatê bi berxwedana Rêber Apo têk çûye

Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku komploya 15’ê Sibatê bi berxwedana Rêber Apo têk çûye.

Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Di daxuyaniya YPJ’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em salvegera 21’mîn ya komploya navdewletî a li ser Rêber Apo, bi hêrseke mezin şermezar dikin. Ev komplo, bi berxwedana dîrokî ya Rêber Apo, bi têkoşîna şehîdên şoreşa azadiyê û bi tekoşîna ku di pêşengiya jinan de tê meşandin hatiye pûçkirin.

Komploya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo hate kirin, di bingehê xwe de li hemberî hebûn, nasname û pêşeroja gelan bû. Ev komplo ne tenê li hemberî gelê Kurd e, li hemberî tevahî jinan, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê hatiye kirin. Hêzên komploger bi dîlgirtina Rêber Apo, xwestin fikir û felsefeya jiyana azad ji holê rabikin. Xwestin hebûna gelekî berxwedêr û têkoşer têk bibin. Lê di serî de ev komplo bi sekna berxwedêr ya Rêber Apo û tekoşîna gelên azadîxwaz hate pûçkirin.

Roja 15’ê Sibatê di dîroka têkoşîna gelê Kurd û tevahî mirovahiyê de weke rojeke reş e. Hêzên kapîtalîst û serdest, ji bo desthilatdariya xwe li ser vîna gelan bidin meşandin Rêber Apo, li pêşiya xwe asteng didîtin. Ji bona bandora Rêber Apo, ya li ser civakê ava dike ji holê rabikin, Rêber Apo bi şêwazekî xayînî girtin û radestî dewleta Tirk kirin. Rêber Apo, bi têkoşîna siyasî, polîtîk û bîrdozî hemû pîlangeriyên hêzên serdest deşifre kirin. Rûreşiya van hêzan a li hemberî mirovahiyê dijîn, bi tehlîlên xwe yên dîrokî, siyasî, polîtîk û bi nêrînên felsefîk anî ziman. Li hemberî hişmendiya serdest û feraseta netewe dewletê Rêber Apo, jiyana azad û wekhev, pêş xist. Li hemberî bêçaretiya hêzên serdest ku li ser gelan ferz dikin, Rêber Apo paradîgmaya netewa demokratîk pêş xist û weke çareseriya hemû pirsgirêkên civakê dît. Şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku bi pêşengiya jinan hate pêşxisin di roja îro de ev pergala demokratîk bi awayeke şênber hatiye jiyanî kirin. Yekgirtina gelê Kurd, Ereb, Asur û Siryan nîşaneya vê heqîqetê ye. Êdî pergala demokratîk ya gelê me di roja îro de weke yekane hêviya çareseriya pirsgirêkên civakî tê dîtin. Ji ber wê bala hemû cîhanê dikşîne ser xwe. Ev rastiya ku îro hemû gel li dora wê bûne xeleka parastinê bi ked û xebata Rêber Apo hate pêşxistin.

Li hemberî sekna berxwedêr ya Rêber Apo, di serî de dewleta Tirk, hêzên dagirker yên herêmî û hemû hêzên kapîtalîst û hegemonîk, di roja me ya îro de bin ketine, ji ber wê jî li peyî dek û dolabên nû ne. Êrîşa li ser şoreşa gelan ya Bakûr-Rojhilatê Sûriyeyê vê rastiyê îfade dike. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de biryara dagirkeriya Rojava û hemû Bakûrê-Rojhilatê Sûriyeyê ne biryareke tesadûf e. Ev biryar, li ser maseya hêzên komploger hate girtin û bi destê Tirkan kete meriyetê. Bi vê êrîşê peyameke wiha xwestin bidin gelên Rojhilata Navîn û bi taybet tevahî jinan, ger hûn bi vîna xwe, tevbigerin em ê jî we di qirkirinê re derbas bikin. Dewleta Tirk ji bo xewn û xeyalên Osmaniya nû li Rojhilata Navîn pêk bîne serî li hemû rêbazên şerê qirêj û hovane dide. Dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Spî wek dewamiya komploya 15’ê Sibatê û destpêka vê peyamê bû. Lê van êrîşên hovane yekîtiya gelan hîn xurtir kir. Di rastiya Berxwedana Rûmetê de gelê me bi yek dengî dijberiya xwe li hemberî vê dagirkeriyê bilind kir. Ev jî rastiya hêz û serkeftina gelan bû. Em, hêzên parastina pergala civaka demokratîk dibêjin, heya em fikir û felsefeya jiyana azad ya Rêber Apo, mayînde nekin, wê tekoşîna me heya serkeftinê berdewam bike."

Li ser vê bingehê, em careke din komploya navdewletî ya li hemberî Rêber Apo hate kirin bi hêrs û kîneke mezin şermezar dikin. Hemû têkoşerên di xeta azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr tînin û soza mezinkirina tekoşînê û avakirina jiyana azad ji hemû jinan û gelan re dubare dikin.”