'Mobbîng a li dijî jinan ji polîtîkayên desthilatdarî cuda nîne'

Sekretera Jinan a KESK'ê Gulistan Atasoy bal kişand ser pirsgirêkên ku nava kar derdikevin pêşiya jinan û got, "Mobbîng a li dijî jinan, ji polîtîkayên desthilatdariya siyasî cuda nîne."

Sekretera Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Gulistan Atasoy li ser zor û zehmetiyên di kar de derdikevin pêşiya jinan û mobbînga li dijî wan ji ANF'ê re axivî.

ZEXTA DESTHILATDARIYA SIYASÎ

Atasoy bi bîr xist ku li Tirkiyeyê bi taybetî piştî sala 1980'î bi polîtîkayên neolîberal û neewle sîstemeke kar hate afirandin û destnîşan kir, bi desthilatdariya AKP'ê re ev sîstema kar hîn berfirehtir bû.

Atasoy diyar kir, piştî ku Rewşa Awarte hate ragihandin, rejîma nû bi zexta xwe ya li qada kar, hîn bêhtir bandor kiriye.

Atasoy got, "Ev şêweyê kar ê neewle, bi polîtîkayên rejîma nû re rê li ber destpêkirina serdemeke nû vekir ku bi zexta giran a desthilatdariya siyasî re pirsgirêk hîn bêhtir ketin nava hev û berfireh bûn. Em, jinên li qada kar 3 sal in vê yekê hîn berfireh û zêde dibînin. Bi krîza aboriyê re jî hîn bêhtir em bi van pirsgirêkan re rû bi rû man."

'YÊN KU NE ALÎGIR BIN BÊKAR DIMÎNIN'

Atasoy ragihand, hejmara kesên di çarçoveya bêkariya berfireh de ne êdî gihîştiye 7 milyon kesî û got, "Em di demeke welê de ne ku yek ji çar ciwanan bêkar in û bi taybetî rêjeya bêkariyê li nava ciwanan û jinan zêde dibe. Pirsgirêkên li sekntora taybet hîn mezintir in."

Atasoy ragihand ku ji qebûlkirina kar heta bi tayînkirinê ewlehiya kar ji holê hatiye rakirin û got, "Her kesên ku nikaribin ispat bikin ew alîgirê AKP'ê ne dikarin ji kar bên derxistin. Em di pêvajoyeke bi vî rengî de ne. Ev rewş bangdorê li rêxistinbûnê jî dike, dibe sedem ku têkoşîn û karê xwedîderketina li destketiyan bi rê ve neçe."

'JI BER MOBBÎNGÊ ÎNTIHAR KIR'

Atasoy bal kişand ser pirsgirêkên ku li qadên kar derdikevin pêşiya jinan û got, "Jin dibin hedefa cihêkariya zayendî û tundiyê. Bi navê KESK'ê beriya 8'ê Adarê em bi jin ên kedkar ên cemaweriyê û jinên li qadên cuda yên cemaweriyê dixebitin re anketekê çêdikin. Em ê encamên wê dema pêş bi raya giştî re parve bikin.

Mijarên ku jin herî zêde gilî û gazinan jê dikin; zext, tundî, mobbîng û cihêkariya ji ber zayendiyê ye. Beriya demeke nêz 2 kedkarên jin; yek jê bi peyman dixebitî û yek jî li saziyeke Wezareta Çandê dixebitî, ji ber mobbîngê dawî li jiyana xwe anîn. Dema ku em qala mobbînga li dijî jinên karker ên li qada cemaweriyê dikin, nabe ku em vê yekê ji polîtîkayên desthilatdariya siyasî cuda binirxînin."

'LI NAVA JINAN RÊJEYA BÊKARIYÊ GIHÎŞT 40 JI SEDÎ'

Atasoy anî ziman ku bi krîza aboriyê re rêjeya bêkariyê ya li nava jinan zêde bû û got, "Bi taybetî li nava jin ên ciwan û jin ên li bajaran, rêjeya bêkariya jinan gihîştiye 40 ji sedî. Jin tevlî kar dibin, lê çawa tevlî dibin? Çawa tên xebitandin, ev gelekî girîng e? Bi rengekî bêewle tevlî kar tên kirin. Ev jî tê wateya karekî bi erzanî. Di rewşeke mîna koleyan de bi mûçeyekî kêm tên xebitandin ku di her kêliyê de dikarin bêkar bên hiştin."

'PÊWÎSTÎ BI WEZARETA JINAN HEYE'

Atasoy destnîşan kir ku KESK heta niha li dijî pirsgirêkên li qada kar derdikevin pêşiya jinan têkoşiya ye û got, "Em ê vî karê xwe dewam bikin. Lê belê rastiyeke wiha jî heye; wezareta ku mûxatabê me ye polîtîkayeke xweser a ji bo jina nameşîne. Berevajî, bi roleke welê radibe ku mêtingeriya li ser ked, beden û nasnameya jinê zêdetir dike."

Atasoy destnîşan kir ku pêwîstiya jina bi wezaretekê heye ku karibe polîtîkayên têkildarî jinan bimeşîne.