Jinên Şîlî Partiya Femînîst ava dikin

Jinên Şîlî ku bi strana xwe ya li dijî tundiya mêr li gelek welatan deng vedan, xwe amade dikin ku Partiya Femînîst ava bikin.

Parlamenter Lorena Delgado Varas bi navê Partiya Çep a Swêdê ji bo hin hevdîtinan biçe çû Şîlî û bi rêxistinên jinan, karkeran û civaka sivîl re hevdîtin kir. Varas diyar kir, jinên ku par tevlî berxwedana gel a li dijî zêdebûna buhayê xizmeta veguhastina giştî bûn, radîkal bûne û amadekariyan dikin ku Partiya Femînîst ava bikin.

Varas meha Çileyê du hefteyan li Şîlî hevdîtin kir û ji ANF'ê re qala çavdêriyên xwe kir. Varas anî ziman ku li Şîlî tevgereke xurt a jinan heye û got, "Tevgera 8'ê Adarê gelekî xurt e. Sendîka û rêxistinên hawirdorê xwedî tevgerên jinan e. Nêzîkatiyên baviksalarî yên li her qada jiyanê tên nîşandan li bin guhê berxwedana van rêxistinan dikevin. Rêxistineke sîwanî hate avakirin ku tevgerên karker, karmend, jin û xwendekar cihê xwe di nav de digirin. Lê belê tevgera jinan diyar kir ku rêxistin bi têrkerî radîkal nîne û jê veqediya. Jin ji bo Partiyeke Femînîst ava bikin kar dikin. Bi dîtina min pêwîstî bi partiyeke wiha ya jinan heye."

DENGVEDANA LES TESÎS JI BO JINÊN ŞÎLÎ BÛ HÊZ

Varas bal kişand ser dengvedana performansa Las Tesîs a li dijî tundiya zayendî û destnîşan kir ku dengvedana vê yekê ji bo jinên Şîlî bû hêz û daxwaza wan a têkoşînê mezintir kir. Varas got, "Jin bi rengekî xurt tevlî xwepêşandanên du hefteyên dawî dibin. Tevgera Femînîst ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jî amadekariyên mezin dike. Ne tenê li bajarên mezin û navçeyan wê li gundan jî 8'ê Adarê pîroz bikin."

Varas destnîşan kir ku li Şîlî tevgera femînîst xurt e û beriya xwepêşandanên par ên li dijî buhakirina wesayitên veguhastina giştî jî timî dadiketin qadan.