KJK: Em li her deverê Kurdî bidin jiyîn

KJK'ê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir û bang kir ku li her deverê xwedî li Kurdî derkevin.

Koordînasyona KJK'ê ji bo 21'ê Sibatê Rojava Zimanê Dayikê ya Navnetewî daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Ê ku zimanê xwe yê dayikê ji dest bide her tiştê xwe ji dest dide'' û bang li hemû Kurdan kir ku li zimanê xwe xwedî derkevin.


KJK'ê di daxuyaniyê de bal kişande ser êrîşa li ser ziman û çanda Kurdî û got,''Niha, nexasim van dused salên dawî êrîşên li ser dîrok, çand, ziman û niştimanê Kurdan, êrîşa pergala zilamserwer a li ser çanda jinê, êrîşa pergala hegemonîk a li ser gelan e.

'TÊ XWESTIN KU ZIMANÊ HERÎ DÊRÎN WERE TINEKIRIN'

Zimanê Kurdî li gel ku yek ji zimanê herî dêrîn ê dîroka mirovahiyê ye jî, ji ber siyaseta parçeki û qirker a pergala hegemonîk û dewletên Tirk, Îran, Sûriyê û Iraqê yên li herêmê, tê xwestin ku were tinekirin.  Tê xwestin ku zimanê Kurdî, zaravayên wê bi temamî ji ser dîrokê were rakirin, tinekirin.''

'ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ BI PKK'Ê LI SER PIYAN MAYE'

Piştî ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê xwedî li welatê xwe derketiye, zimanê Kurdî jî xwe domandiye û jiyandiye. Bi têkoşîna PKK'ê ya bi pêşengiya Serok Apo û bi berxwedana tevgera jina Kurd ziman û çanda Kurdî li ser piyan maye. Têkoşîn û dîroka PKK'ê her wiha têkoşîna jiyandina Kurdî û zaravayên wê bû.

'DIVÊ BIBE ZIMANÊ FERMÎ'

Jiyandina Kurdî ya bi Kurmancî, Zazakî, Soranî û bi hemû zarayên din yek ji qada me ya sereke ya têkoşînê ye. Li hemû xaka Mezotomyayê ji bo ku Kurdî bi hemû zarayên xwe bi rengekî fermî were qebûlkirin, têkoşîna vê herî pir divê em bidin. Kurdî li Tirkiyê, Îran û Sûriyê divê bi rengê zimanê fermî were qebûlkirin. Li dibistanan divê bibe zimanê hîndekarî û perwerdehiyê. Li hemû deverên ku Kurd lê dijîn, di serî de xizmetên cameweriyê, di perwerdehiyê, tendirustî, kargehan de, li malan divê zimanê dayikê bi fermî were qebûlkirin, pê were nivîsin û axaftin.''

'Ê KU ZIMANÊ XWE JI DEST BIDE WÊ HER TIŞTÎ JI DEST BIDE'

Bi vê çarçoweyê em bang li hemû jinên Kurd dikin bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê li zimanê Kurdî xwedî derkevin. Civakeke ku zimanê xwe ji dest dayî wê her tiştê xwe ji dest bide. Her mirov herî baş bi zimanê xwe yê dayikê dikare hîs û ramanên xwe bêkêmasî û bi heqîqetî vebêje. Ji ber vê zimanê Kurdî, hêmana sereke ya parastin û pêşvebirina çanda Kurd, azadkirina wê û xwebûnê ye. Em jin bi rengekî xurt li zimanê xwe yê dayikê, li Kurmancî, li Zazakî ya li ber nemanê xwedî derkevin. Em li her deverê, nexasim li mal û li hemû qadên jiyanê em bi Kurdî biaxivin. Em li ser vê rawestin. Em polîtîkayên qirker, li her devera ku em ê ne, her gavê pûç bikin. Em Kurdî hînî hemû zarokên xwe bikin. Ji bo ku nasname, ziman û çanda Kurdî geş bibin em jin li qadên hiqûqî, siyasî, li hemû qadan pêşengiya têkoşînê bikin. Her wiha yek ji hêmana serek ya ya xebata yekîtiya netewî ya jinên Kurd, bi giyanê xwedîderketina li Kurdî em geş bikin.''

'EM BI KURDÎ BIAXIVIN, BIXWÎNIN, BINIVISÎN'

Serê siyaseta qirkirina Kurdî dewleta Tirk a faşîst dikişîne. Em li dijî polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk ên li ser çand, ziman, muzîk, folklor, wêje û çapemeniya Kurd li her deverê rabin. Em jin pêşengiya xwedîderketina li Kurdî bikin, vê bi berxwedanê û giyanê azadiyê geş bikin. Em bi Kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin.

Bi vê maneyê bi çarçoweya giyan û têkoşîna berxwedaniya mezin û xwedîderketina li Kurdî em 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê pîroz dikin. Di têkoşîna vê qadê de em careke dî diyar dikin ku em ê pêşengiyê bikin. Em bang li gelê xwe û jinan dikin ku xwedî li Kurdî derkevin.''