Jinan li dijî komployê belavok belavkirin

Jinên Kurd li Parîs û Bordeaûxê li dijî Komploya 15’ê Sibatê belavok belavkirin.

Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) li paytext Parîsê li dijî Komploya 15’ê Sibatê li Qada Chatle les Hallesê belavok belavkirin.

Jinan ji bo mîtînga li Strasboûgê jî bê kirin agahî parvekirin û diyar kir ku wê roja Înê saet 23:00 ji pêşiya hemû komeleyên Praîs û derdorî wê otobus bikevin ser rê.

BORDEAÛX

Jinan li bajarê Bordeaûx li ser rêya herî qelebalix li dijî komployê belavok belavkirin. Di çalakiyê de welatiyên Fransî eleqeyek zêde nîşanî çalakiyê da û diyar kirin ku ew dewleta Tirk şermezar dikin.