TJK-E banga tevlêbûna li meşên 22'yê Sibatê kir
TJK-E'yê ji bo meşên 22'yê Sibatê bang kir û got,''Em li dijî faşîzmê bibin yek''
TJK-E'yê ji bo meşên 22'yê Sibatê bang kir û got,''Em li dijî faşîzmê bibin yek''
Tevgera Jinan a Kurd a Ewropayê (TJK-E) li dijî êrîşa faşîst a li Elmanyayê ji bo meşên 22'yê Sibatê banga tevlêbûna li meşan kir.
TJK-E'yê êrîşa li Hanau a Elmanyayê bi bîr xist û ji bo qurbaniyan ku di nav wan de ciwanên welatparêz ên Kurd jî hebûn sersaxî xwest.
TJK-E'yê derbarê êrîşê got, êrîş ne 'takekesî' ye, encama geşkirina polîtîkayên nîjatperest, rastgir ên li ser penaberan e ku bi giştî li Ewropa û bi taybet li Elmanyayê pêk tê. Bi berdewamî hate gotin dewleta Elman li dijî vê faşîzma ku pêla Neonazî meşrû dike û heq dide ku heta bikeve nav parlamentoyê jî, xwe li gotina 'demokrasiyê' digire û dema ku mijar heqê penaberan, daxwazên derdorên muxalîf, dema ku Kurdên mexdûrên faşîzmê bin, ku ji xaka xwe hatine derkirin di cih de hişmendiya qedexeker tê sazkirin û mafên wan ên herî sereke jî têne krîmînalîzekirin. TJK-E'yê got, ''Faşîzm, nîjatperestî ne diyardeyên wiha ne ku mirov hurmetê bide wan û mîna bûyerên takekesî bibîne. Sûc e. Li dijî faşîzmê têkoşîna civakî heqê herî sereke ye.''
TJK-E'yê bang li gelê Kurd ê li Ewropa û hemû jinên Kurd, derdorên antîfaşîst, demokrat, çepgir kir ku tevlî meşên 22'yê Sibatê bibin, ku meş wê li gelek navendan were kirin û her wiha gotin, ''Em bang dikin ku em hêzên xwe bikin yek.''