Meclîsa Jinan a HDP’ê bi jinên ji 8 welatan re li hev civiyan

Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo beşdarbûna Kongreya Asayî ya 4’emîn ku wê roja Yekşemê (Sibê) were lidarxistin bi jinên ji 8 welatan re li hev civiyan.

Meclîsa Jinan a HDP’ê bi jinên ji Tûnûs, Libnan, Filistîn, Fas, Qibris, Urdun, Rojavayê Sahra û Galîçya ku hatibûn Enqereyê re li Navenda Giştî ya HDP’ê civiyan.

Axaftina destpêkirinê ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hate kirin û Taşdemîr qala rêxistinbûyîna Meclîsa Jinan a HDP’ê, sîstema hevserokatiyê û polîtîkaya jinan a HDP’ê kir û agahî da.

Taşdemîr got jinên HDP’yî dixwazin bi jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re têbikoşin û bal kişand li ser piştevaniya jinên enternasyonalîst.

Jinên beşdarî civînê bûne qala têkoşîna jinan a li welatê xwe kirin û diyar kirin ku ew ji têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û jinên li Tirkiyeyê hêzê digrin.